Serokê nivîsgeha yasayî di Hevbendiya Niştimanî Sûrî de Heysem El –Malih bi serdaneka din bo hejmarek ji paytextên Ewropî radibe bo aktîvkirina pirsgirêka Sûrî, careke dî li ser asta mafnasî û mirovahî, û kar dike ji bo karibe çavdêriyê li hesabên berpirsên Sûrî di bankên Siwêsrî de bike.
El –Malih got ew li ser vegerandina pereyên ji milletê Sûrî hatine talankirin kar dike, di nav de pereyên Esed û malbata wî û her pereyên milletê Sûrî yên hatine dizîn.
El- Malih berdewam kir, ku ew berê xwe dide Lahay, cihê dadgeha tawanên navdewletî, da dest bi lêpirsîna di tawanên ku dijî xelkên Sûrî bûne bike, û ev yek ” Mumkin e, ta berî anîna tawankarên ku dawe dijî wan rabûye, û ev yek ji karê dozgera giştî di dadgehê de ye, û em ber bi vî alî de zextê dikin”.
El –Malih tekez kir ku tu hêviya rejîma Esed di man û berdewamiyê de tune ye, û şoreşa Sûrî ber bi serkeftinê de diçe, û serkeftina leşkerî berî ya siyasî, ji ber di cîhanê tevî de tu rejîm tune ye ku bikaribe şerê tevaya milletekî bike.
Jêder: Hevbendî- El- şerq El- Ewset.