Hevbendiya Niştimanî Sûrî kuştara ko Hêzên Rêjîma Esed îro sibehê li Taxa Elwe´ir çê kir, û têde 6 sivîl kuştin, û 40 birîndar kirin, 15 ji wan di metirsiyê de ne protesto kir.
Hêzên Esed 3 avahiyên pirqat yên sivîlan bi 3 mûşekan amanc kirin, avahî bi tevayî hatin xwarê,û li gora navenda bijîşkî li taxê ragihand ko hêjî malbatin bitevahî di bin wêraniyê de ne. Hevbendiyê di agahnameya xwe de got ko ev kuştar
“Amanca Rêjîmê jê ew e ku dilsariya xwe û çeteyên li tenişta xwe, bi sedema têkçûna wan di şeş mehên buhirî de ko tu amancên xwe pêk nanîne binixumîne.” Û ev kuştar kir ji ber ko “Şoreşger li gelek aniyên şer pêşve çûne û yên dawî ji wan rizgarkirina Til Elhara li Deraa û pêşketina ko li aniya Henderat li Helebê bûn.”
Hevbendiyê di agahnameya xwe de daxwaz kir “ bi lez Artêşa Azad bi çekên çak çekdar bikin, da karibe sivîlan biparêze, û rê li ber çekên asmanî yên Rêjîmê bigirin û şerê tirora Esed û rêkxistina Daişê bikin.” Herweha doza xwe ji Hevalbendiya Navnetewî tekez kir”ku lêdanek leşkerî li Rêjîmê û rêkxistina Daişê bi hev re bêkirin” çimkî Rêjîma Esed ew maka tiroristiyê ye li Sûriyê û ew çêkerê wê ye.
Jêder: Hevbendî