Nasir Elherîrî sekertêrê giştiyê Hevbendiya niştimanî nerazîbûna xwe da li ser dabeşbûna civaka navdewletî li ser sepandina Navçeyeka parastî li ser Sinorê Sûrî bi Tirkiyê re û nerzabû li ser ” derendgiya welatên xudan bandor derbarê biryara navnetewî sebaretî navçeya parastî li ser sinorê Sûriyayê”, û got:” tevlî ku peydakirina navçeya parastî pêdawîstiyên Sûriyan bi temamî dabîn nake, lê mixabin heta wek van daxwazên biçûk yên ku bi tenê paneberên sûrî diparêzin ne welatiyên sûrî, dibin cihê nakokîyê li ser maseya dad û zagona navnetewî !. Sûriyan ji destpêka şoreşê ve di riya navên înan re peyam ji tevaya dewletên Cîhanê re dişandin, ku navê înekê ji wan Îna Navçeya Parastî Û Qedexekirina Asmanî bû, bi sedhezaran welatî derketin xwepêsandanan li jêr heman navî, û Sûriyan daxwaz kir ku netenê navçeyek parastî bête avakirin herwiha daxwaza ku êrîşên asmanî jî bêne qedexekirin kir, ku firokên Esed rojane bidehên welatiyên sûriyê dikujin, ku avakirina navçeyeka parastî pilaneke çareseriyeke lezgîn e bo parastina welatiyên ji bermîlên teqîner û ji firokên Esed direvin, lê qedexekirina asmanî ew ya giring e û pilaneke parastinê ye bo rawestandina koçberiya welatiyan ji navçeyên xwe yên ku rojane rastî êrîşên firok û bermîlên Esed tên”. û Elherîrî da zanîn ku :” herdu babet- navçeya parastî û qedexekirina asmanî- du manşêtên serekî bo qonaxa hewla rûxandina rêjîma Esed û avakirina dewleta dad û yasayê ne”. Hêjaye ku ev daxuyaniya Elherîrî piştî cidabûna helwîstan di nav xêzana navdewlwtî de derbarê avakirina navçeyekê bo parastina Sivîlan hat, ku Birêtaniya û Firensa bi zelalî piştgiriya xwe jê re diyar kirin, û Tirkiya avakirina navçeyeka parastî xiste mercek bo tevlîbûna li nav hêzên hevpeymaniya navdewletî.