Mewlûd Cawîş Oxlo derbasbûna Tirkiya ya bejayî, bi şêwyekî takane di nav axa Sûriya de ret kir û di kongirekî rojnamevanî de ligel Yins Stolitnbirg sekertêrê giştî yê benda Nato, got: “ne ketwariye ku Tirkiya bitena xwe operasyoneka bejayî bo ruhakirina Kobanê ji êrîşa Daiş pêk bîne “. û tekezî li ser berdewamiya gotubêjan kir û got ” di dema em bigihêjin biryareka hevbeş di wê demê de yekser Tirkiya wê bi rola xwe rabe”. Têzanîn ku Serokomarê Tirkiya Receb Tayîb Erdoxan, mercê tevlîbûna Tirkiya li nav hêzên hevpeymaniya navdewletî ev bû:”peydakirina Navçeyeka parastî û aram bo meşq û rahênana Sûrî û Iraqiyên miyanrê bo dijberiya Daiş ê bikin”, û Salim Elmislit berdevkê Hevbendiya Niştimanî ev mercê tirkiyê yê ku di ajansên tirkî de hat belav kirin bi siruştî da zanîn û got ku ” bi rastî ev ne merc e belê ev pêwîstiyeke serekî ye bo rastiya rûbirûbûna Daişê di deverê de”, li ser wê daxuyaniya xweya berê ya ku bo nivîsîngeha ragihandinê dabû weha zêde kir:” bi rastî çareseriya terorê nabe û bêhûdeye bê çareserkirina terora Esed, û mana rêjîma Esed wê di paşerojê de alîkar be bo peydakirina rêxistinin radîkalên din, û bi navên ciyawaz û nû. Û heger çareseriya terorê ne bi awayekî yekcarî û sertaserî be wê nekeve di berjewendiya Sûriyan de û wê yekser arîşe be ji deverê û welatên cîran re”. û îro “Stolitnbirg” li Enqerayê ye û gotûbêjan bi serokomar Erdoxan û Serokwezîr Ehmed Dawid Oxlo û hin berpirsên pilebilind re dike.
Jêder: Hevbendî + Wekalat