Îro li Qahîrayê, şandeya Hevbendiya Niştimanî bi serokatiya Hadî Elbehra ligel Nebîl El´erebî Sekreterê Giştî yê Komela Dewletên Ereb û Samih Şukrî wezîrê karê derve yê Misrî civiya. Hevaxavtin li ser guhertinên siyasî û kongira Mosko û diyaloga Sûrî – Sûrî bi serperiştiya Hevbendiyê li Qahîra di nava heftiya borî de çêbû. Di hevdîtinê de, herdu aliyan pilana şanderê navnetewî Dî Mistora gengeşe kir, Elbehra tekez kir ku gerek ev pilan parçeyek be ji çareseriyeke siyasî hevgirtî bo rawestandina tundiyê li Sûriyê.
Ligel wê jî, di vê serdanê de, şandeyê rewşa revenda Sûrî li Misrê guftugo kir, bo çareserkirina pirsgirêkên xwendevanên Sûrî xwediyên bawernameyên bilind û xwendevanên ku li zankoyên Misrî qebûl bûne, û li hêviya nîşankirna derbasbûnê ne, û bilezkirina encamdana wê, û rewşa Sûriyên koç bûne Ewropa û ji neçarî bi awayekî nerewa derbas bûne Misrê.
Di heman mijarê de Serokê Hevbendiyê berî du rojan tekez kiribû ku ” Rûsiya û Misir û Dî Mistora ta niha bi tu destpêşiyên nivîskî ranebûne, lê guh didin aktîvkirina çareya siyasî, û soza piştgiriya diyaloga Sûrî – Sûrî didin”.
El-Behra tekez kiribû ku:” Ev diyalog di nav hemû pêkhateyên Sûrî de ye, û nayê wateya ku em li ser nerîn û armanca dûmahiyê di veguheztina siyasî ber bi dimuqrasî û firenetewiyê ciyawaz in. Hemû li ser vê armancê dibin yek, tev ku awayên gihiştinê ji hev cuda ne. Hevbendî li ser hemû aliyan vekirî ye, tu dergehên girtî bo diyaloga li ser awayên veguhestina siyasî tune ne, ev veguhestina li ser hilbijartina komeleyek damezirêner, û dûbarekirina nivîsîna destûrê di rewşin bêlayen û aram de wek ku Sûrî dixwazin ava bibe. Em bi Rûsan re lihev hatin ku Cinêv1 mîna lêvegerekê ji diyaloga Sûrî – Sûrî re çarçoveya guftugoyê be “.
Hjêder: Hevbendî