Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, rêzgirtin û silavên xwe ji qehremanên Artêşa azad re şand, li ser serkeftin û rizgarkirina wan ji bajarê Cerablusê re ji destê Rêkxistina DAIŞa tirorist di 12 demjimêran de, ko parastina xelkê kirin hem herêm ji metirsiya mayînan pak kirin.
Hevbendiyê tekez kir ko Şoreşa Sûriyê bi hêzên wê yên siyasî û leşkerî û şoreşgerî, dê di liberxwedana li dijî tiroristiyê bi hemû cûreyê wê ve berdewam be, û doz li dewletên birader û dewletên heval û civaka navdewletî kir, da di piştgiriya pêdivî de bedewam bin, ji bo têkbirina rêkxistinên tiroristî û yên piştgir ji wan re, û di serî de rêjîma Esed ya ko dagîrker anîn Sûriyê û welat wêran û bê serûber kir.
Hevbendiyê daxwaz ji Alayên Artêşa Azad kir, da ji sivîlan re parastineke tekûz dabîn bikin û rê ji koçberan re amade bikin da vegerin, û daxwaz ji desthilata demkî kir ko bilez xizmetkariyan pêk bînin û dezgehên giştî ji hevwelatiyan re bikar bînin da jiyana xwe ji nû ve berdewam bikin.
Ku duhî artêşa azad karîye tevaya bajarê Cerablisê li gundewarê rojhilatê Helebê û herdu gundên Elcamil û Elhicêla û 3 gundên din rizgar bike, tevî girên nêzîk yên li rojavayê wê.
Hêjayê gotinê ye ku 9 hêzên ser bi artêşa azad beşdarî şer bûn û ewjî: (Azadîxwazên Şamê, Tevgera Nûredîn Elzenkî, Feyleqê Şamê, Bereya Elşamiyê, artêşa Eltehrîr, Elsiltan Murad, Siqûr Elcebel, Lîwayê 51, Elmu’htesem bilah), bi piştgiriya hêzên Tirkiyê û hêzên Hevpeymaniyê.
Jêder: Hevbendî