Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Enes Ele’bide ligel Serokê Encûmena Îslamî ya Sûriyê Şêx Osama Elrifa’î civiya, û ligel hev dawîtirîn pêşhatên li ser qada Sûriyê û nemaze bûyerên li Helebê û li navçeyên dorpêçkirî gengeşe kirin, ku îro şandeka Hevbendiyê çûbû serdana Encûmenê, û şanda Hevbendiyê ji cîgirê serok Ebdulehed Êstêfo û Fûad Elîko endamê desteya siyasî û Farûq Teyfûr endamê desteya bilind ya danustandinan pêk hatibû.
Û rawêjkarî ligel encûmenê hatin kirin derbarê daraştina pirojeyêkî niştimanî yê giştgîr bi tevlîbûna hemû hêzên şoreşê yên sivîl û siyasî û leşkerî ji bo parastina destkeftên şoreşê û kar bête kirin ji bo pêkanîna armancên şoreşê bi destxistina dewleta dad û yasa û azadiyê bo hemû hemwelatiyan.
Herwiha herdu aliyan rewşa meydanî û siyasî ya niha û bi taybetî şerê li dijî Helebê û êrîşên hovane yên li ser Idlibê ji hêla rijêma Esed û hevalvendên wê Rûsiya û Îranê û milîsên olperist gengeşe kirin.
Û herdu aliyan hişyarî dan li ser pilanên rijêma Esed yên tên bicêkirin dijî bajar û bajarokên Sûriyê yek li pey yekî, yên bi armanca koçberkirina neçarî û guhertina dîmografîk û girêdana Sûriyê û navçeyê bi piroje û pilanên Îranê yên dagîrkerî re.
Jêder: Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê