Îro li danê sibehê şanderê Amerîka yê taybet bo Sûriyê Mayikil Rantî û şanda pêre bi desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê re civiya, û pêşhatiyên dawiyê yên fayilê siyasî û mirovî bi hev re gengeşe kirin.
Desteya siyasî rexneyên xwe pêşkêş kirin li ser piştgiriya Amerîka ji hêzên PYDê re yên ku ji çend rojan ve bi oparisyonek leşkerî li dijî wargehên şoreşê û yên artêşa azad radibin, tevî ku mîlîşên PYDê di oparisyona leşkerî de piştgiriyê ji Rûsiya û ji rêjîmê werdigirin.
Desteya siyasî şanderê Amerîka yê taybet haydar kir ku hêjî rêjîma Esed astengiyan têxe li pêş gihandina alîkariyan bo deverên dorpêçkirî, û herwiha dest daniye li ser vaksînên zarokan yên hin deverên dorpêçkirî, ku bitenê rê daye bo derbaskirina rêjeya 40℅ ji pêdawistiyan, ku têra deh rojan nakin, û herwiha di civînê de behsa berdewamiya êrîşên esmanî yên Rûsiya û rêjîma Esed hat kirin, ya ku nexweşxane û xwendingeh û taxên sivîlan armanc dike, ku rojane bi dehan sivîl tên kuştin, bi awayekî ku êdî bawerî bi pabendbûna Rûsiya bi rêkeftina Miyonixê nayê kirin.
Rantî ji aliyê xwe ve piştgiriya welatê xwe bo opozisyona Sûriyê di piroseya siyasî û gotubêjên Jinêvê de dupat kir, ji bona encamdana veguhestina siyasî li Sûriyê, û got ku niha kar dibe ji bona bidawîkirina rawestandina karên dijminkarî, tevî rawestandina êrîşên esmanî yên Rûsiya û yên rêjîma Esed jî, û ev yek ji bona taqîkirina rastogiya Rûsiya û rêjîma Esed der barê piroseya siyasî ye.
Jêder: Hevbendî