Şandeya Hevbendiya Niştimanî bi serokayetiya Elbehra bi Xalid El’etiya re Wezîrê Derve yê Qeterê re, dawîtirîn guhertinên sûriyê yên zû û nû û helwestên navnetewî li hember wan gengeşe kirin, tevlî riyên pêwîst yên ku divê bişopînin ji bo”niraxandina hinan û rastkirina hinên din, bi awayê ku xizmeta duristiya pêvajoya şoreşê bike “. Herwiha di hevdîtinê de” şêweyê nêrîna stratîjîk ya pêwîst bo serxistina hevpeymaniya navdewletî bo ruhakirina Sûriyê ji terora rêjîma Esed hevdem ligel jinavbirina terora Daiş” hat gengeşekirin, û herwiha tekezî hat kirin li ser ku “jinavbirina terorê di Sûriya de nabe, bê têkşikandina rêjîma Esed ya serê teror û stemkariyê ye di Navçeyê de”. ji aliyê xwe ve wezîrê Qeterê bo şanda Hevbendiyê tekez kir li ser ku ” pêwîste saziyên Hevbendiyê çalak û hevgirtî bin wek take rê bo lezkirina rûxandina rêjîma Esed û avakirina Sûriya Azadiyê”.
Jêder: Hevbendî