Hadî Elbehra, Serokê Hevbendiya Nîştimaniya Sûriyê, parastina penaberan û gerantiya saxlemiya wan ji Netewên Yekgirtî û Encûmena Ewlekariyê xwest, û got:” emê kar bikin bo dîtina çareyeka dadwer ji bo ewlehî û saxlemiya kesukarên me dabîn bibe, û rê li ber vegirtina operasyonên leşkerî bigre da şer derbas nebe xaka Libnanê û rê li ber gelaciyan bê girtin”. Herwiha Elbehra mixabiniya xwe diyarkir derbarî şikandina agirbesta li komlgeha Ersal rûdayî, di yekem demjimêrên beyaniya îro de, û tekez kir ku “Hevbendiya Nîştimanî pêwendiyan bi hin aliyên çalak û bibandor ên Libnanî re dike, bo bigihin agirbesteka nû bi merema parastina giyanên penaberên Sûrî”. û Elbehra dupat kir û got: ku ” di yekem roja rûdanên Ersal de, bi rengekî yekser me pêwendî bi Odeya Operasyonên Qelemon û serokê bajarvaniya Ersal û bi hin serkirdeyên Serbazî re kirin, û di heman rojê de, em gehan xalin giştî ji têgihiştinekê re di navbera artêş û hêzên ewlekariya Libnanî û giropên leşkeriyên Sûrî de, û hindek bizavên hêminkirinê peydabûn, lê agirbest hat binpêkirin ji encama avêtina mûşekan ji navçeyên derveyî Ersal, û bû sedema têkçûna rewşê û berdewamiya şer û pevçûnan heta roja paştir”. û Elbehra got ku:”me hemû bizavên xwe kirin ji bo em bighên rêkeftinekê vê qeyranê bi dawî bîne. û me raportên wird xwendin li ser rewşê di hersê nexweşxaneyan û jimara şehîd û birîndaran “. û Elbehra tekez kir ku li êvara duhî gihan “rêkeftineka agirbestê di demjimêr 9 êvarî de, bo derxistina birîndaran û gihandina alîkariyên hewarçûnê . û du kesên pispor ji Ersal hatin destnîşankirin bo çavdêriya agirbestê”. û îro komîta danustandinê ber bi Ersal çû bo bidawîkirina wirdekariyên rêkeftinê û şêwazê bi cihkirina wê. û Elbehra daxwaz ji Yekîneya Hemhengiya Alîkariyê kir ” ku bilez dest bi pilaneka awarte ya hewarçûnê bikin, yekser piştî cêbicêkirina rêkeftinê” û got:” me pêwendî bi hin biryayên xwe re kirîne bo dabînkirina alîkariya pêwîst û ez pêşbînî dikim bersiva me bi erênî bidin”.
Jêder:Hevbendî