Dr. Nesir Elherîrî, Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê, bi dûr nexist ku :” rêjîma Esed û Îsrayîl hevkariyê bikin dijî pêşdeçûna berçav ya şoreşvanan li Çiyayê Colanê û Qonêtira û bajarê Der´a yê bidest tînin, bi rêka armanckirina cîgehên rejîmê yên serbazî li wan navçeyên ku şoreşger têde pêş dikevin ji bal Îsrayîl ve”. û got ku :” armanckirina pêgehên serbazî yên rêjîmê ji bal Îsrayîl, tiştek normal û çaverê kiriye û wê perdeyê hilînê li ser rastiya pêwendiya di navbera Esed û dagîrker de ya ku Esed hewl dide wê têkiliyê veşêre di dema bûrî de bi hevrikiyeka saxte”. û Elherîrî sedema armanckirina pêgehên serbazî li Colan û Qonêtira ji bal dagîrker vegerand bo ” tirsa Îsrayaîl ketina van navendên serbazî bi dest şoreşgeran, û tirsa wê ji xurtbûna bihêza şoreşgeran. Eve bû sedema ku berî niha ev pêgehên serbazî rastî derbeyên serbazî yên dagîrker ne dihatin, ji ber ku hîç metirsiyek li ser Îsrayîl nebû, berovajî vê çendê, ku dibûn navendên zêreveniya serbazî bo aramiya dagîrker”. Herwiha Elherîrî, bi dûr nekir ku hemahengiyek bête kirin di navbera Esed û hêzên dagîrker de ji boyî ” pêkanîna lêdanan bo pêgehên serbazî dema bikevin dest şoreşvanan de”, û da zanîn ku armanckirina baregehên serbazî yên rêjîmê ” dikeve di çarçoveya daxwaza wezîrê derve yê Esed ji Civaka navnetewî di dawîtirîn kongirê xwe yê rojnamevanî de ku got:( Emê dijî wan êrîşan rawestin li ser Sûrya yên ku hemahengiyê ligel me nekin), her wek tê xuyakirin ku ev destdirêjiya Îsrayîl li ser Sûrya dikevê çarçoveya wê hemahengiya hevbeş ya bi mercên Elmi´elim”. û Elherîrî di dawiya daxuyaniya xwe de got ku: ” êdî Esed nikare ewlehiya deverê biparêze, lewra ew yê berhev û amadeye deverê bi yekcarî bi agir bişewtîne bi rêka derbaskirina endamên xwe yên terorîst yên ku armancên wî yên siyasî pêktînin, û bi tenê Cîhan dikare xwe ji vê qeyranê xilas bike, bi piştevaniya artêşa Sûriya Azad ya ku hatî damezrandin ji baştirîn kur û xortên gelê Sûriyê, ku îroj bi tenê ew garantiye bo pêkanîna tenahî û aştiyê bo Sûriyan û bo tevahiya deverê”.
Jêder: Hevbendî.