Di penaberiya Sûriyan de li herêma kurdistanê beşek ji penaberan xwe li gundê Giwêlan bicih kirin, Giwêlan gundeke vala bû û tevî ku nêzî Hewlêrê ye bi dûrbûna 50 KM , lê bi rêveberiya xwe bi ser parêzgeha dihokê ve ye. Kamp di destpêka xwe de hejimara penaberan têde hindik bû lê rojbiroj zêde bû ta gîha ji 2000 heta 3000 kesî di nav wan de 4 malbatên îraqî hene , û çadirên penaberan û xanuwên gundiyan ketine nav hev. Jimara çadirên kampê ji 650 ta 700 çadirî ye û rêxistinên navdewlwtî têde hene yek ji wan rêxistinana Bijîjkên bê sînor û Unîsêf û rêxistina ( ASF ) û Rêxistina Xêrxwazên Berzanî. Di kampê de dibistaneke zarokan heye û li gorî mamosteyên dibistanê dibêjin ku sala çûnî 350 xwendevan hebûn lê îsal wê jimar gelek gelek zêde be , di hundirê gund de dibistanek din heye. Sala çûnî di vekirina dibistana kampê de zarokên xwendina qonaxa yekê anîn dibistana kampê û dibistana gund ma ji xwendina qonaxa duyemîn û sêyemîn ya xwendina Amadekarî . Ew qerebalix û tengaya kû îsal wê li dibistana kampê çê bibe tekez wê li dibistana gund jî çê bibe ne xasim kû jimara xwendekaran sala çûyî 250 xwendekar bûn lê bi zêdebûna xelkê wê jimar li wir jî zêde bibe.
Hîwa can … hewlêr