Wezareta Pêkgehiştin û Guhastin û Pîşesaziyê ya Desthilata Sûrî a Demkî doh civîneke wezarî ji bo geşepêdana pêkanîna karê Wezaretê bi amadebûna Serokwezîr Ehmed Tu´ime û Wezîrê Pêkgehiştinê Mihemed Yasîn Necar li Cîgehên Desthilatê lidar ket.
Serokwezîr Ehmed Tu´ima kêfxweşiya xwe ji karê wezaretê yê dema buhêrî re, tevli kêmbûna karînan, diyar kir.
Herweha Wezîr Yasîn Necar jî razîbûna xwe ji şiyan û karê Karmendên Wezaretê re da xuyakirin yên ko hiştin geşepêdana kar bibe, û li ser herçar qonaxên karê wezaretê axivî ku wê qonaxa yekem derbas kiriye û ber bi qonaxa duyem ve çûye û ew jî “Belavbûn”e, û piştî wê “Xwegirtin û bihêzbûn” e, û qonaxa dawî “geşepêdan û afrandin” e.
Ji aliyekî dî ve çend Karmendan dîtin û pêşinyarên xwe ji bo çakirina pêkanîna kar û pêşketin ber bi astên bilind ve di rêvebirin û rêkxistinê de dan xuyakirin.
Di dawiya civînê de Bawernameyên spasî û rêzgirtinê li Karmendan hatin belav kirin da karên xwe di qonaxa dahatî de bêtir bi pêşve bibin.
Jêder: Desthilata Sûrî ya Demkî