Salim Elmislit berdevkê Hevbendiya Niştimanî ew tiştê ji aliyê hin dezgehên ragihandinê ve hatine belavkirin derbarê destpêşxeriyeka siyasiya nû ji aliyê Hevbendiyê ret kir û got ” dibe wan dezgehan gotin guhertibin yan ketine şaşîtiyekê de”, û tekez kir ku Hevbendiyê ” hîç destpêşxeriyek nû pêşkêş nekiriye bo hîç layekî, bitenê me gotibû ku me nexşerêyek tekûz pêşkêşî kongirê Jinêvê kiribû, ku ji 24 bendan pêk dihat, di rêşûn û demek destnîşankirî bo cêbicêkirina daxuyaniya Jinêvê, di dema xwe de me ev nexşerê radestî şanderê navdewletî kir, û di kongirê Jinêvê de hat pêşniyarkirin, lê belê aliyê dî bersiv li ser neda, û tenha ev destpêşxerî bitenê ji aliyê Hevbendiya Niştimanî hatiye pêşkêş kirin”.
Jêder: Hevbendî