Berêz Hadî Elbehra, serokê Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê tekez kir ku:”artêşa Azad di şerê dijî DAIŞ û rêjîma Esed de, tenê bi rêka lêdanên asîmanî nikare sekeftinê bidest bîne “. û amaje kir ku ” serkeftin li ser terorê bi çekirin û rahênana şervanan tenê pêk nayê “, û tekezî kir li ser pêwîstiya “hebûna hikûmeteka Sûrî ya miyanrê bo gerantiya jinavbirina sedemên bingehîn yên terorê, da nema careke din vegere”. Elbehra- duhî di kongirekî rojnamevanî de li baregehê peyamnêran li hindurê Netewên Yekgirtî de- dubare tekez kir li ser “pêwîstiya parastina sivîlan ji êrîşên asîmanî yên rêjîma Esed, herwiha pêwîstiya dana çekên pêşketî û mûşekên dijfirokan bo parastina Sivîlan ji gulebarankirina rêjîma Esed ya berdewam, û herwiha parastina wan ji gef û êrîşên mezin yên girûpên terorîst”. Herwiha dazanîn ku ” ev gefên terorî li ser seranserê navçeyê û Cîhanê ne”. û amajekir ku:” tundrewî ne diyardeyek Sûrî ye, lê rêxistina DAIŞ ê ew aniye û li ser ketwarê Sûrî sepandiye, û ew ji encamên riftar û karên rêjîma Esed e”. Elbehra weha berdewam kir û got:” artêşa Azad bê alîkariya civaka navnetewî, li ser du bereyan di eynî dem de şerê terorê dikir: eniya DAIŞê û eniya rêjîmê, bê tu alîkariyên berçav ji civaka navnetewî”. Herwiha Elbehra axafina xwe arasteyî civaka navdewletî kir û got:” şer şerê civaka navdewletiye, şerekî giştî ye”. û da xuyakirin ku artêşa azad ” ew tekane girûpa navînrê ye di Sûriyê de û bi hevsengî li ser du hêlan kar dike, hêla têkşikandina (DAIŞ) û herwiha ya têkşikandina rêjîma Esed” û daxwaz ji ” hevparên civaka navdewletî kir ku di vê rêbaza tekûz û rêkûpêk de pê re kar bikin “. Herwiha serokê hevbendiyê bal kişand li ser serkeftinên artêşa azad dijî rêxistina navborî li gelek bajaran wek Me´eret Elnu´iman û li hin gundên Helebê û daxuyakirin ku:” ji dema du heyvan de karîbûn rêxistina DAIŞ li deverên derdora Şamê û bi taybetî li Xûtayê bişkînin, lê tu artêş nikare bê alîkarî şer li dijî du aliyan bihevre bike”.
(jêder: Hevbendî)