Hevbendiya Niştimanî Sûrî peymanek bi Encûmena Leşkerî re ya ko Rêbaza Hundirîn ya Hevbendiyê tevlî benda 31ê pejirand imeze kir, bi mercê ko nakokî di nav wê û Rêbaza Hundirîn ya Encûmena leşkerî de tune be, û Emîndarê giştî kêfxweşiya xwe da li ser evê peymanê di civîna bi serperiştên Encûmena leşkerî re bi amadebûna Ehmed Tu’ima Serokê Desthilata Demkî û got:
“ Yekrêziya hêzên leşkerî û rêkxistina serperiştan îro pêdiviyeke niştimanî ya giring e, û derengî di yekgirtina rêzan de, tê wateya em Sûriyan li ber Serpereştiyine din wek nêçîrê datînin, ewên ko tu girêdana wan bi ramanên Şoreşê re tune ne.
Û ji aliyekî din ve eger em di damezirandina Serpereştiyeke leşkerî de ko karibe piransîbên Şoreşê biparêze bi ser nekevin, gerek em rê bidin serperiştine din, dibe ko tevgera gelê Sûriyê wan biafirîne.”
Herweha serokê Desthilatê tekez kir ko “pêdivî ye ko em hemû astengî û dijwariyên ko li pêşiya rewşa leşkerî û paşdemana wê de hene rakin, û giring e kevaleke leşkerî yekgirtî bê damezirandin, ku xwedan serperiştiyeke leşkerî navendî be û cihê baweriya hemû aliyên ko piştgiriya wê dikin be, û kar ji dil ji bo pêşdebirina Encûmenê û rakirina nakokiyan û arîşeyên ko Encûmenê ew didîtin bike.”
Elherîrî di hevdîtinê de tekez kir ku divê bihinfirehî hebe di “destnîşankirina dîtin û amancên tektîkî yên ko bikaribin me bigihînin peravên serkeftinê, bê ko gemiya Şoreşê biraweste, çimkî gemî di rêveçûna xwe ya di avê de tê çaksazîkirin , eger biraweste wê av têkevê û di pey re tevli yên li ser piştê wê binav bibe.
û îro ev e rewşa Gemiya Şoreşê, Gemî di avê de ye û rawestandina wê ne hişmendî ye, çimkî rawestandina wê di evê qonaxê de, bêguman, binavbûn e, ne tenê wê bandorê li Sûriya nuha bike, belê wê bandorê li paşeroja Sûriyê û dîroka herêmê bike.
Ji ber evê yekê gerek em di avjeniyê û şer de berdewam bin, bi mercê ko em demê bidin çaksaziyê û çax bidin yekrêziya hêzan, eger ev guherîn piştguh bibin, dibe ko dûmahî be, û neyekîtiya rêzan kuştina pakrewan e û xinizî li wan piransîbên ku ji bo misogerkirina wan şehîd bûye. ”
Elherîrî salixê qonaxê wiha da”ev qonaxa hebûn û nebûnê ye, û tenê Artêşa Azad dikare Sûriyê ji tiroristiya Esed û rêkxistinên ko piştgiriya wî dikin û yên ko di kelaxê Şoreşê de çandine rizgar bike.”
Bêtir got” siyseta şaş ya Civaka Navdewletî derbarî rewşa Sûriyê nekêrhatî ye, çimkî ne duriste ko navê Çeteyên Rêjîma Îranê û yê Hizbullaha tirorist û yê Rêjîma Esed ji lîsteya tiroristiyê bêne awarte kirin, ”
Destnîşan kir ko” firehbûna xakê li ber Daişê û pêşdeçûna hêzên Esed ji aliyê leşkerî ve li derdorên Helebê piştî destpêkirina operasiyonên tunekirina tiroristiyê, mijareke pêşbînkirî bû û ji destpêkê de me hişyarî ji bo wê dabû, çimkî êrîşên asmanî bê piştgiriya Artêşa Azad li ser zemînê , piştgirî ye ji berdewamiya tiroristiyê re, û rajeya istiratîciya tunekirina tiroristiyê nake.”
Emîndarê giştî wisa gotina xwe bidawî kir:”ez tekez dizanim ko ew xortê gihaye rêkxistina Daişa tirorist eger pirojeyekî dîtir heba nedigiha Daişê, lê gava ew xort ji piştgiriya Civaka Navdewletî bêhêvî bû, ewê hişt ko hinek bigihên rêkxistinên tundrew yên ko tucaran xizmeta pirinsîbên Şoreşê nakin. Dawiyê yên ko piştgiriya Artêşa Azad û şerê Esed nakin, divê bizanin, ew piştgiriya Daişê dikin bê ko zanibin,.”
Jêder: Hevbendî