Hevbendiya Niştimanî pîrozbahiya helkefta Roja Cîhanî Ya Jinê kir û ked û bizavên dayîk û keçên çalakvan di hemû biwarên şoreşa Sûrî de bilind nirxand, û di heman demê de tekez kir ku “ew Stûna şoreşa Sûrî ne, û dilsozî û hezkirina wan ji azadiyê re bû egera xweragiriya gelê Sûriyê di zehmetirîn kawdan û astengiyan de”.
Mihemed Yihiya Mektebî amaje kir ku jinê cihê xwe yê sirûştî girt her ji destpêka şoreşê ve ” ji destpêka damezrandina hevrêz û xwepêşandan û mangirtin û hilmetên hişyarkirinê û pêkanîna fişaran û girav û mangirtinan, heta bi çalakiyên fêrkirin û perwerde û tenduristî û hewarçûnê , û pirojeyên piştgiriya girtiyan û dabînkirina piştgiriya derûnî ji kesên hewcedar re û derxistina belavok û çapemenî û çîrokên wênekirî”, herwiha diyar kir ku ” jina Sûrî di demeka kurt de karî derbasî warê ragihandin û telefizyon û radiyo û şano û nivîsandin û wergirandinê bibe , heta bi karê siyasî û leşkerî bike”.
Mektebî balkişand ku ” Îro hin jin û mêr hene di bin darê zorê û dibin eşkencê de êş û azaran dikişînin,di zindanên neman û mirinê xwîna laşê wan tête mijtin, heger em birastî bi wan bihestin , pêwîst e ev hest di helwest û biryarên me yên tekane û giştî de diyar bibin, û em li gor vîn û daxwazên wan jin û zarok û mêr û kalên di binê zindanan de dijîn û yên bêwar û derbeder û penaberan karê xwe bikin û bixebitin”.
Sikertirê giştî got ku “goman di hindê de nîne ku jina sûrî ya dahêner wê karibe beşdariyê di serkêsiya şoreşê de bike ber bi serkeftinê,û wê karibe bêşermiya cîhana bêdeng bişo, û wê karibe wateya rasteqîne ji mirovahiyê re li her war û cihekî hişyar bike, û beşdariyê di danîna sîstemeke siyasî ya nû ji cîhanê re bike, ku yasa bingeha wê be ne hêz û zordarî ,dadmendî li şûna tolhildanê be û wekhevî li şûna vîtoyê be”.
Di heman mijarêde sê jinên Sûrî (Mecid Şerbecî, Zêna Erhîm û Sû’ad Nofel) di van demên dawî de hatin xelatên navdewletî yên hemereng yên jina leheng û rojnamevana ciyawaz û qehreman di pêkanîna nimûneyê demokrasiyê de wergirtin.
Hêjaye gotinê ku hersê jinên navborî hatin xelatkirin li ser kar û çalakiyên wan di şoreşa Sûrî de li dijî rêjîma Esed û rêxistina DAIŞê.
Jêder:Hevbendî