Hevbendiya Niştimanî biryara Encûmena Asayişa Navdewletî hejmara 2209 ya do derket bi erênî pêşwazî kir” ya ko bi tundî bikaranîna berhemên jehir wek xaza Kilorê ya li Sûriyê bikar tê protesto kir, û gef dan ew aliyên ko bikar tînin”.
Berdevkê fermî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê Salim Elmislit doza xwe dubare kir” ji bo veguhestina dosya Tawankariyên bikaranîna evê Xazê û çi çekên kîmawî yên din ko li Sûriyê bikar hatine bi bal Dadgeha Tawankariyên Navdewletî ve. Rêjîma Esed û hemû aliyên piştgiriya wî dikin, bikaranîna Xaza jehirkirî û hemû tawanên hêzên Esed ko li dijî Sivîlan bikar anîne mandel dikin, lewra divê encumana asayişê erê bike da ko dose bi bal Dadgeha tawankariyên Navdewletî bê şandin da yasa pêk were”.
Herwiha Elmislit doz li Civaka Navdewletî kir ku” bi berpirsiyariyên xwe yên tekûz derbarê rewşa Sûriyê rabe, û em tekez dikin ko divê pêngavine kêrhatî bên avêtin da Artêşa Azad bikaribe berevaniya Sivîlan bike û li himber Firokên Rêjîmê yên bermîlên teqîner bi ser xelkê de davêjin, xaza kilor tê de hebe an nebe, û Civaka Navdewletî karê xwe yê şerm dubare neke û nebêje radestkirina çekên tawankariyê ew e sizakirina Tawankar”.
Jêder: Hevbendî