Yihya Elmektebî endamê hevbendiya niştimanî sûrî dît ku ew raperîna gelêrî ya ku li Dêra zorê li dar ket”tiştekî pêşbînkirî bû û bi çanda sûrî re guncayî ye,ev raperîna gelêrî nameyeke ji Da´iş re dibêje: Eger tiroristiya we li deverina zora şervanan biribe, ew nikare zora miletekî sûnd xwariye ku laşê xwe bike pirek ji bo xwe bighîne sûryake azad û demoqrat, ev serhildan nameyeke ji dewletên dunyayê tevan re, ”cihê tunrewiyê di sîstema civakî û siyasî ya ku em dixwazin ava bikin de tuneye”. ligor çalakvanên gundên rojhilatî dêra zorê, şoreşgeran karîne Da´iş biqewitînin ji seranserî riya di navbera gundê Teyana û bajarokê Xeranîc, Mektebî ji nivîsgeha ragihandina Hevbendiyê re weha got:”rêxistina Da´iş ya ku şoreşgerên Dêra zorê û hozên wê îro şerê wê dikin, encama siyaseta sist ya civaka nêvdewletî ye di piştgiriya daxwazên gelê sûrî. Ji lewra em ji hemi dewletan dixwazin ku pabenbin bi pirsyariyên xwe li pêş yasayê. Û piştgiriya artêşa azad bikin, çimkî hemi rastiyan diyar kirine ku ew hêza tekane ye ya ku dikare raweste di rûyê vegirtina tiroristiya Esed û çeteyên Da´iş yên ku hêzên Esed ew berdane bajarên sûrî, ji bo ku civaka navnetewî deyne pêş du riyan, an ew bimîne an jî dê tundrew dê sûryên control bikin wek dibêjin”an Esed an jî emê welat bişewitînin”. Mektebî weha berdewam kir ” ev raperîna gel nîşaneke bê gumane ku Da´iş rojekê tenê jî neketiye rêza şoreşê de, û malzaroka sûrya vî rengê tundrewiya kor napejirîne, ya ku nakeve bercewendiya tu kesî ji bilî ya Esed û hevalbendên wî di herêmê de”, endamê Hevbendiyê didawiya daxuyaniya xwe de han da hemi hozan ku” ew kesên raperîn kirine bikin symbol ji xwe re û li kêleka şervanên artêşa azad rawestin, ya ku wek hembêza bingehîn ji tevgera gel ya çekdar re ye ji şoreşa sûrî re tê dîtin”.
Jêder:Hevbendî