Artêşa Azad navendên hêza Esed li taxa Esed li Helebê armanc kirin û encamên yekser bi destanîn, ku jimarek ji serbazên Esed hatin kuştin û hin birîndar ketin. û li aliyekî din, firokên Esed bermîlên teqîner bi ser taxên Qadî Esker û Elqatircî û Tirb Elxureba avêtin, di encamê hejmarek birîndar bûn. herwiha balafirên cengî bermîlên teqîner bi ser taxa Elşehar û taxa Bab Elnesir de avêtin, ku bû egerê wêrankirina avahiyan û birîndarkirina çendîn kesan û hin ji wan birînên wan sextin. Di dema firokên Esed êrîşên asîmanî birin ser gundê Dêr Hafr li Helebê, û jimarek birîndar ketin.
Jêder:Hevbendî+ komîteyên hemahengiyê