Hîşam Merwa endamê komîteya yasayî di Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê de, goman xistin li ser axaftinên rêjîma Esed ku wî barxaneya xwe ya kîmyawî radest kirye û got:” metirsiya bikaranîna çekên kêmyawî hîn jî lidar e, nemaze ku rêjîm dikare ji kompaniyên berhemdar van çekan bi gelek şêwe û rêyan hawirde bike “. û di dîdarekê de bi nivîsîngeha ragihandina Hevbendiyê re, Hîşam Merwa tekez kir ku :”pêdivî bû rêjim bihata rewane kirin bo dadgehên navdewletî li ser bikaranîna çekên kîmawî, û tawanên cengê û yên dijî mirovahiyê, lê mixabin ev tişt pêk nehat”. û daxuyakirin ku :” hevbendiyê fayilekî tekûz li ser tawanên Esed bo dîwana dadgeha tawanan ya navdewletî pêşkêş kiriye, û di wî fayilî de tawanên karanîna çekên kêmyawî jî hene, bi rêka Heysem Elmalih serokê Komîteya Zagonî û bi hêvîne ku tomar kirina van giliyan bi rêka dozdarê giştî yê vê dadgehê be, û rêjîma Esed berbi dadgehê rê bike, piştî têkçûna hewla rewane kirina van tawanan bi rêka Encûmena Ewlekariyê bi sedema vîtoya Rûsî û Çînî, ya ku hîn em li hêviya bersivê ne”. û herwiha got ku:” li sala par, hevbendiyê digel saziyên yasayî yên Sûrî kar kir, wêneyên komelkujiya kêmyawî ya rêjîma Esed bo Civaka navdewletî ronî kirin”. û got ku :” piştî komîteyên şopandinê karê xwe kirin xuya bû ku rêjîmê çekên kîmyawî dijî gelê Sûrî bikar anîne “. û Merwa daxuyakirin ku :” tevlî gefên Amerîka bi lêdana rêjîma Esed ji ber bikaranîna çekên Kîmawî, lê diblomasiya Rûsî di dûr kirina rêjîma navborî ji lêdanê serkeft, bi rêka bestina rêkeftinekê ku rêjîma Esed barxaneyên xwe yên kîmyawî radestî Civaka navdewletî bike û Civaka navdewletî wî çekî ji navê bibe”. û da zanîn: ” ku di wan deman de, biryareke nû ji bal Encûmena Ewlekariyê hat derxistin ku maf dide Civaka navdewletî ji bo bikaranîna hêzê dijî rêjîma Esed, dema çekên kêmyawî carek din bi kar bîne. û di vir de Hevbendiyê tevaya belegên didest xwe de yên bikaranîna çekên kêmyawî bi dehên caran diçespînin pêşkêş kirin “. û got ku :” Hevbendiyê hoşyarî daye li ser vê kêşeya tirsnak, ku rêjîm dikare vî çekî di şerê xwe de li ser gelê Sûrî bi kar bîne bi rêka hawirdekirinê ji kompaniyên berhemdarên van çekan, her wek dema rêjîmê gaza kilorîn ya jehrîn ya li Çînê hatî çekirin û bi rêka kompaniyên Îranî hatiye hawirdekirin bi kar anî “. Herwiha Merwa ” standina helwîsteke yekalî bo parastina sivîlan bi dubarekirina bikaranîna çekên kêmyawî, û dadgehkirina tawankarên ku destên wan di karanîna vî çekî de ji Civaka navdewletî xwest, nemaze piştî pêşkêşkirina raporta komîteya Navdewletî ya tekezkirina bikaranîna çekên kîmawî di herdu Xotan de, ku dibe binyat ji bo giliyên dijî rêjîma Esed”. û Merwa dît ku :” dudiliya Civaka navdewletî di standina rêşûnan de û nedana alîkariyên pêwîst bo Artêşa Azad wê sosret be li ser tevahiya deverê,netenê li ser gelê Sûrî “. û Merwa pirsyar kir :” gelo ne ji mafê bêhtir ji 1500 qurbaniyên çekên kêmyawî ye daxwazê ji Civaka navdewletî bikin ku tewankarên van tawanan siza bikin yan bi kêmayî wan bidin ber dadgehan?”.
Jêder : Hevbendî