Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê dît ku rizgarkirina bajarokê Dabiq ji rêxistina DAIŞê ya terorîst, destpêka dawiya wê ye, rûdanek giring û dîrokî ye di pêvajoya pakirina Sûriyê de ji DAIŞê, nemaze ku Dabiqê taybetiyek xwe ya semboltîk di nav alîgirên DAIŞ de heye.
Dubare Hevbendiyê tekez kir ku artêşa azad takehêza kara ye ya dikare terorê bi hemû reng û navên wê jinav bibe, heger piştgiriya pêwîst bo wê bête dan, û heger îradeyek rasteqîn li rex civaka navdewletî peyda bibe ji bo têkşikandina terorê.
Hin çalakvanan ragihandin ku şoreşgeran di heyamê du rojên derbasbûyî de, û di çarçova oparesyonên “Mertala Feratê” de, karîn deh gundan li gundewarê bakurê Helebê rizgar bikin, û bi vê yekê karîn dorpêçkirina li ser Mar’h û dewrubera wê têkbişikînin, herwiha ragihandin ku niha artêşa azad amadekariyan dike û hêzên xwe ber bi bajarê Babê yê stratîjîk berhev dike.
Ji aliyê xwe ve, fermandariya leşkerî ya Tirkiyê ragihand ku artêşa azad û bi rêka piştgiriya topxaneyî û esmanî karîn 9 bajarokan li rojhilatê Mar’h ji dest DAIŞ rizgar bikin, û got ku niha kar dibe ji bona vemalîna navçeyên rizgarkirî li rojhilatê Mari’h ji mayîn û teqemeniyên destçêker.
Di heman mijarê de, hin dewletên herêmî û yên navdewletî, destxweşî li pêşdeçûnên artêşa azad kirin, yên bi piştgiriya Tirkiyê di çarçovê oparesyina “Mertala Feratê” de dibin, û îro wezîrê bergiriya Amerîka Aşton Karter got ku ew destxweşiyê li rizgarkirina Dabiq dike û dît ku rizgarkirina wê “lêdanek leşkerî ya semboltîk e” ji rêxistina DAIŞ re, û got ku “ev yek hêzeka din dide pêşketina oparesyona jinavbirina DAIŞê”.
Ji aliyek din, Erebistana Si’ûdî destxweşî li artêşa azad û rizgarkirina Dabiq kir, û dît ku ev serkeftin lêdanek nû ye li dijî DAIŞê, ji ber giringiya gundê Dabiq li rex rêxistina DAIŞ ya terorîst”.
Herwiha wezareta derve ya Qeterê dît ku rizgarkirina Dabiq û Soran, pêşketinek erênî û gavek giring e, ber bi rizgarkirina bajarên din yên Sûriyê”, hevdem “piştgiriya xwe ya tekûz ji hemû rêşûnên Tirkiyê re yên ji bo bihêzkirina ewlehiya sînorên xwe li dijî gefên derekî anî ziman”.
Jêder: Hevbendî + Wekalat