Enes El’ebde, Serokê Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê, tekez kir ku serkeftina şoreşa Sûriyê îro nêzîktir bûye ji her demeke dîtir, ev gotinên wî di serdana şandeke Hevbendiya Niştimanî, îro, bo kampên penaberên Sûriyê yên li ser sînorê Tirkiya û Sûriyê hatin gotin.
Û bi bûrîna bîranîna pêncemîn ya şoreşa Sûriyê ya gewre re, serokê Hevbendiyê got ku şoreşa Sûriyê hê jî di dilê Sûriyan de sax e, tevî hemî qurbaniyên hatin dan, lê berhemê şoreşa me hêja ye, ew jî jiyanek azad di dewleta dadwerî û azadî û birûmet de ye, û tekez kir ku wê şoreş berdewam be, ta em bigihêjin Sûriyake azad û yekgirtî, bêyî Esed û Şebîhayên wî yên tewankar.
Şandeyê rewşa penaberan li kampên Elislahiya û Onca Piner ji nêz ve şopand, û hejmarek ji berpirsên Tirk û rêvebirê Rêxistina Afad di pêşwaziya şandeyê de bûn, yê ku raporek li ser alîkariyên ku bi penaberan re dikin pêşkêş kir.
Ji hêla xwe ve , serokê hevbendiyê spasiya hikûmeta Tirkiyê li ser mêvandariya wê ji penaberên ku ji ber stemkariya rêjîma Esed reviyane, û Tirkiya ji wan re bû çaktirîn mêvandar û alîkar kir.
El’ebde got: em di Hevbendiya Niştimanî de her wekî tevahiya Sûriyan jî, alîkariya Tirkiya bi Hikûmet û gelê xwe ve, li seranserî Tirkiyê ji penaberan re pêşkêş dike, bilind dinirxînin, û ev helwîstên çak wê di bîr û hişê Sûriyan de bimînin, û wê di paşerojê de bandora xwe li ser xurtkirina peywendiyên di nav gelên herdû welatan de bikin.
Şandeya bi Serokê hevbendiyê re, ji serokê Hikûmeta Demikî Ehmed Tu’ime û hejmarek ji wezîran û endamên desteya giştî û desteya siyasî pêk dihat ku ew jî ev in: Fayiz sara, Selah Elhemûdî, Nexem Xadirî, Hewas Xelîl, Ednan Rehmûn, Yasir Elferhan Nûra Elemîr, Mihemed Coce, Teysîr Elûş, Mihemed Elwelî, Sefwan Elcendelî û Usama Tilco.
Jêder: Hevbendî