Hadî Elbehra sersaxiya Malbata Elmesalimê û xelkên hemû Pakrewanên Sûrî kir , bi şehîdbûna xanim Ne’îma Elmesalimê diya Şehîd Husam Eyyaş, Şehîdê yekem di Şoreşa Sûriyê de, Ne’îma Elmisalimê berî çend rojan di êrîşeke asmanî de birîndar bibû, doh jiyan xwe ji dest da û tevli karwanê pakrewanan bû.
Elbehra tekez kir “xebata me dê berdewam be heta amancên Şoreşê di azadî û dadî û rûmetê de misoger bibin.”
Hêjayî gotinê ye ko hêzên Esed di destpêka Şoreşê de Nexweşxaneya Niştimanî li Der’a dorpêç kirin, çimkî termê Husam E’yyaş tê de bû û li ba xwe ew hiştin û nedan mirovên wî û di heman rojê de hêzên Esed sê xortên din ew jî: Eyhem Elherîrî û Mehmûd Qetîş Elcewabire û Mûimin Munzir Elmisalimê kuşt in.
Herweha Elhrîrî Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî got:”Ev kirdeyên newêrekiyê ne, da bêhêvîbûna leşkerên xwe binixumîne û bersivek e li ser serkeftinên Artêşa Sûrî ya Azad li Der’a û serkeftina dawiyê rizgarkirin û dest danîna ser bajarokê Til Elhara û Rêbenda “Um Elmyazin” di şerê ko li Der’a navê “Ehil El’ezim” lê kirine, û amanc jê çend cîgehên din li Başûrê parêzgeha Der´a ji destê Rêjîmê derxînin.
Herweha hişyarî da “Hevpeymana Navdewletî û şêweyê çavgirtinê ji tawankariyên Esed li pêş dîtin û bihîstina xelkê” daxwaz kir ko”derbeyên leşkerî mîna hev li Rêjîma Esed û Daişê bidin, Ev tiroristiya rêbazkirî ya ko Esed di dermafê sivîlan de dike, di delîveya ku Herêm bi operasiyonên dijî Daişê mijûle,ne kêmî kirdeyên Daişê ne.”
Jêder: Hevbendî