Hevbendiya Niştimanî Sûrî sersaxiya malbata Şehîd Reyhanê Cebarî kir, ya ko Rêjîma Îranî ya stemkar ew darve kir bi tawana kuştina zilamekî ewlekariyê ko hewla zorbaziya sêksî lê kiribû. Salim Elmislit berdevkê fermî yê Hevbendiyê got:
“Stema rêjîma Îranî wek ya rêjîma Esed e di kuştin û diktatoriyet û nemirovanhiyê de, û ev piştgiriya mezin ko ji Îranê digihê Esed, çi bi çekan be yan bi pere û zilaman be, vê gotinê serast dike.
Miletê Îranî serê xwe li ber rêjîmê natewîne, ew milet hêja ye ko ji vê stem û zordariyê rizgar bibe, û ber bi azadî û rûmet û dîmuqratiyê ve biçe yên ko ji mafê her miletî ne.”
Jêder: Hevbendî