Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, sersaxiyên xwe yên dilsoz pêşkêşî birayên tirk û malbatên şehîdên qehremanên Artêşa Tirkiyê kirin, ku îro li ser xaka Sûriyê şehîd ketin, dema ku erkê xwe li ser xalên çavdêriyê pêktanîn.
Di daxuyaniyekê de îro, Hevbendiyê piştrast kir ku xwîna gelê Sûrî û yê Tirk , ya seranserê dîrokê tevlihev bûye “îro jî di bergirîkirina maf û azadîyê de” careke din xwîn dibe yek. Ev destpêka “nivîsandina qonaxeke nû ye, ya dê qonaxa tundûtûjiyê nehêle, û zordestên li Sûrîyê bi awayek rast û kartêker bidawî bike”.
Wezareta Parastinê ya Tirkiyê îro, kuştina 5 serbazên Tirkiyê û birîndarbûna 5 kesên din ragihand, bi sedema bombebarana hêzên artêşa Esed li ser xaleke çavdêriya Tirkiyê li Idlibê.
Îro Yekşemê, Artêşa Tirkiyê hêzên xwe zêdetir kirin, û tank, ambûlans û zerîpoş şandin, wek destpêka ragihandina operasiyonek berfireh a leşkerî li Idlibê , û hêzên leşkerî yên nû şandin bo çavdêriyê li parêzgehê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrtî