Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê, sersaxî ji Birîtaniya û gelê wê û binemala perlemantera Birîtaniya Co Kokis re xwest, ya ku hat kuştin bi kêran û bi dermancan di encama destdirêjeyekê li ser duhî roja pêncşemê di avahiya wê ya helbijartinê de li bakurê Birîtaniyayê.
Miwefiq Nêrebiyê, cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî got ku “Sûriya bi kuştina perlemantara Birîtanî Co Kokis, dosteke xwe ya rastgo û xwoşewîst jidest da”.
Hêjayê gotinê ye ku Kokis yek ji bêhtirîn kesên ku berevanî di ber gelê Sûriyê de, li hember komelkujiyên rojane yên li ser destên rêjîma Esed û hevalbendên wê dikir , herwiha Kokis di hundurê perlemantoya Birîtaniya de, girûpek bi navê dostên Sûriyê ku ji endamên hemû partiyên siyasî yên Birîtaniya pêktê çêkiribû.
Herwiha Kokis rêjîma Esed bi binpêkirinên berdewam û bi siyaseta armanckirina sivîlan gunehbar kir, û berpirsyaretiya tawanên şer li Sûriyê xist sukra Rêjîmê de, û daxwaza dadgehkirina wê kir, û herwiha daxwaza sepandina sizayan li ser Rûsiyayê ji ber destêwerdana wê di bombebarankirina sivîlan de kir, tevî daxwaza wê ji bo pêwîstiya dirustkirina hevpeymaniyeke Ewropayî ya bihêz ji bo gihandina alîkariyan ji esmana ji bo xelkên Sûriyê
Hevbendî + Wekalat