Enes Alebda, Serokê Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê ,da xuyakirin ku Şoreşgeran rewşa dorpêçbûnê û vekirina wê li paş xwe hiştin, û ew niha di cengeke rastyeqîne de ne, ji bo rizgarkirina xakê û insan li tevaya Helebê.
Û Alabda di kingirekî rojnamevanî yê wî û serokê Hikûmeta Demkî Cewad Ebû Heteb û serokê Encumana Parêzgeha Idlib Xesan Ebû Hemo de, tekez kir ku şoreşgeran gelek name şandine ji bo misogerkirina parastina sivîlan li helebê, û bel kişand ser ku hîn jî derfet bi efser û serbazan re yên ku li kêleke Esed şer dikin heye, ji bo jê cuda bibin û tevlî Şoreşa gelê Sûriyê bibin.
Û got:”karekî mezin li hêviya Neteweyên Yekbûyî û Girûpa Navdewletî Ji Bo Piştgiriya Sûriya heye, eger birastî dixwazin veguhestina Siyasî bi cih bikin”, û got ku Rikberiya Sûriyê dehtaq li ji civaka navdewletî cedîtir e, û bal kişand ku ev tişt wê ne bi ziman tenê be, lê bi bişêweyek piratîkî li ser xkê be.
Û tekez kir ku ev tişt divê di nehêlana armanckirina nexweşxaneyan de û bikaranîna çekên qedexekirî de, wek tiştê li Idlibê û bikaranîna napalim wek ku li Dareya çêbû diyar bibe, her weha divê karê wan di girtîgeha Siwêda ya Navendî de jî diyar bibe, her weha di tevgera derbarê deverên ku rastî dorpêçeke bînçikên ji berî çend heyvan de bûne.
Û serokê hikûmeta Demikî Cewad Ebû Heteb, bal kişand ser ku pilanek heye, bi hevrêzkariya bi Encumanên Xwecihî yên parêzgeha Heleb û Idlibê re hatiye danîn, û 3 pêvajoyen li xwe digre, û peywendî bi polîsên Heleba Azad re hatiye kirin ji bo amade bin ji bo garantîkirina birêvebirina karê sivîl.
Û Ebû Heteb, dorpêça ku Esed bikar tîne û nahêle xwarin û derman bighê xelkê şermezar kir, û amaje kir ku ew tê dîtin wek tewaneke cengê û ji aliyê hemî yasayên nêvdewletî ve pirotestokirî ye, û bal kişand ser tewaneka din ku ew jî bombebarankirina avahiyên tenduristiyê û jikarxistina wan e, her weha tewanên cînosaydê , û bi xurtî tekez kir ku ev tewanên mezin yên ku çeteyên li şamê rûniştîne dikin, bê ku civaka navdewletî li ser raweste.
Jêder: Hevbendî