Berdevkê fermî yê Hevbendiya Niştimanî Sûrî zordariya kirêt ku li devera Sîna bû şermezar kir, şermezarkirina Hevbendiyê ya tekûz derbarê vê tawankarî û tiroristiyê tekez kir.
Mislit sersaxî ji xelkên qurbaniyan re xwest, û rawestana Hevbendiyê li rex milletê Misrê û dewleta Misrî dijî van tawanan ragihand.
Mislit got: ” Milletê Sûrî tev de, û bi taybetî di van rewşên dijwar ku tê re derbas dibe, kirêtiya tiror û kuştinê dizane, bi taybet operasyonên ku aramî û ewlehiyê armanc dikin, em bi karîna Misrê di dijatiya van metirsiyan xweş bawer in “.
Mislit wisa berdewam kir: ” Carekê piştî ya dî, tarîtî û kirêtiya tirorê bêtir diyar dibe, bi taybet tirora Rêxistina Dewletê, ku rejîma Esed rê li pêş vekiriye bo fireh bibe “.
Mislit doz kir ku lez bê kirin ji bo” Cîbicîkirina Hevalbendiya navdewletî ku Yekîtiya Ewropî daxwaza cîbicîkirina wê bi alîkariya hin dewletên Erebî bo têkoşîna dijî tirorê kiribû. Divê ku hesabê şerê rejîmên ku tirorê çêdikin û derdixin bê kirin, rejîma Esed bikeve serê lîsteya rejîmên tirorîst. Û bilez pilanên wî gem bibin, da milletê Sûrî ji tawanên wî rizgar bibe”.
Jêder: Hevbendî