Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê tawankariyên terorîstî yên li ser destê DAȊŞê li dijî bajarokê Til Temer li Hesekê şermezar kir, ku bêhtir ji 20 kesan şehîd bûn û bidehan birîndar ketin.
Hevbendiyê diyar kir ku raport û şehidhal tekez dikin ku tawan hatin encamdan bi rêka otombêlên mînrêjkirî li dijî tax û navenda bajarokê Til Temer ku bûn sedemê ziyanên madî yên mezin.
Hevbendiyê amaje kir ku ev tawan bi şêwazê xwe di cêbecêkirin û destnîşankirina armancan de yên rêxistina DAȊŞê diguncin digel kiryarên rêjîma Esed li dijî sivîlên Sûriyê li sercem navçeyên welat, hevdem balê dikişîne ku rêjîm û hevalbendên xwe îro digerin ku berevin ji rûbirûbûna daparên navdewletî derbarê çareseriya siyasî di Sûriyê de.
Hevbendiya Niştimanî sersaxiya kesukarên şehîdan kir yên bûne qurbaniyên van teqînên terorist li ser destê tawanbarên zikreş ji bona belavekirina bêhtirîn ajawegeriyê.
Hevbendiya Niştimanî bal kişand ku ev tawan bi şêwazê xwe di cêbecêkirin û destnîşankirina armancan de yên rêxistina DAȊŞê diguncin digel kiryarên rêjîma Esed li dijî sivîlên Sûriyê li sercem navçeyên welat, hevdem balê dikişîne ku rêjîm û hevalbendên xwe îro digerin ku berevin ji rûbirûbûna daparên navdewletî derbarê çareseriya siyasî di Sûriyê de.
Jêder: Hevbendî