Komîta Sûrî ya mafê mirov di heyva çêriya paşîn ya 2015an de, şehîdbûna 1641 kesî li sercem parêzgehên Sûriyê dîkoment kir.
Ku pileya bomebaranên firokên dagîrkeriya Rûsiya li ser navçeyên sivîlan û nişteciyan zêdetir bûne, nemaze li ser bazargeh û nexweşxane û xwendingehan, ku rojane bidehan sivîl şehîd dikevin, tevî bombebarankirina ji aliyê rêjîma Esed û mîlîşên dûvikên wê, û tevî hukmên kuştina meydanî ji aliyê mîlîşên PYDê û rêxistina DAIŞê, herwiha bi sedema dorpêçkirinê û nebûn û kêmbûna xwarin û dermanan, gelek sivîl jiyana xwe jidest didin, ku şehîdbûna 213 zarokan û 147 jinan hatin belgekirin di nav qurbaniyên vê heyvê de, herwiha şehîdbûna 66 girtiyan di bin eşkencê de di girtîgeh û şaxên ewlekariya rêjîma Esed de hatin dîkomentkirin.
Herwiha ku hejmara şehîdên bi sedema bombebarankirina Rûsiya gihişt 606 kesan û 89 kes li ser destê rêxistina DAIŞê; di pevçûnên digel wê û bidarvekirinên meydanî yên bi behaneyên corbicor, û 37 kes li ser destê mîlîşên PYDê û 24 kes ji encama bombebaranên firokên Hevpeymaniya Navdewletî.
Li aliyek din 20 kesan jiyana xwe ji dest dan ji encama kêmiya xwarin û dermanan li hin taxên Dêrazorê yên li jêr kontrola rêjîma Esed û yên dorpêçkirî ji aliyê DAIŞê ve û dorpêçkirina Xûta rojhilat ji aliyê hêzên rêjîmê ve.
Ligor belegekirinên Komîteyê, Şama paytext û gundewarê wê bi hejmara qurbaniyên xwe li yekem pile hat, bi şehîdbûna 387 kesî, û paş re parêzgeha Helebê hat bi 310 kesan û paş re parêzgeha Idlibê bi 272 kesan, parêzgeha Dêazorê bi 193 kesan û Himus bi 138 kesan û parêzgeha Der’a bi 126 kesan.
Herwiha kuştina 97 kesan li parêzgeha Hemayê hat belgekirin û 68 kes li parêzgeha Reqayê û 37 kes li parêzgeha Laziqiyê û 3 kes li parêzgeha Qûnêtira.
Jêder:Hevbendî