Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûrî xweşhaliya xwe da li ser pirojeyê biryara ko Si’ûdiyê û Qeter û Îmarata Erebî amade kiribûn der barê binpêkirina mafên mirovan li Sûriyê, û bi piraniya 115 dengan di Komelgeha Giştî ya Netewên Yekbûyî de biser ket.
Jêderekî berpirsiyar yê Hevbendiyê ji Nivîsgeha ragihandinê re pesnê wê biryarê da , ya ku tekezî li ser serwerî û serbixwebûn û Yekîtiya Xaka Sûriyê kir. Û divê çareseriya siyasî li gora daxuyaniya Cinêvê be ya di 30.Cehzerdana 2012an de derçûye.
Heman Jêderî dît ko pirotestokirina Komelgeha Giştî ji êrîşên Rûsya re yên li ser Hêzên Şoreşa Sûriyê û xwestina rawestandina wan ya yekser “giringiyeke taybet e”, û han da Encûmena Ewlekariyê ku “Biryarê bigire xwe û hemû dewletên Endam bi naveroka wê pabend bike. ”
Û ji Encûmena Ewlekariyê xwest ku doza biryarekê mîna ya Komelgeha Giştî bike, û tê de Îranê neçarî vekêşana Hêzên Pasvanên Şoreşger û hemû Çeteyên xwe yên li Sûriyê bike, çimkî ew dikeve jêr karên dijminkarî û tiroristiyê de yên li dijî Yasaya Navdewletî.
Jêder gotina xwe bidawî kir, bi Spasiya Hevbendiya Niştimanî ji Erebsitana Si’ûdî û Dewleta Qeter û Îmarata Erebî re yên doza piroje kirin û pişta wî girtin, hem jî spasiya hemû dewletên ko dengê xwe dan Biryarê kir.
Komîta Mafê Mirovan di Komelgeha Giştî ya Netewên Yekbûyî de doh pêncşembê li ser têwirdana Îran û Rûsya di Sûriyê de biryareke pirotestokirinê derxist, û Komîta sêyem ya Komelgeha Giştî ya Netewên Yekbûyî ya ko ji 193 dewletan pêk tê biryar erê kir.
Biryarê êrîşên Rûsya li dijî Hêzên Şoreşa Sûriyê pirotesto kirin, û doza rawestandina yekser kir, çimkî ew sûdeyê digihînin rêkxistina Daişê û Komekên tirorist yên din.
Her wiha biryarê pirotestokirina xwe da der barê “Şervanên tirorist yên biyanî û hêzên biyanî yên li kêleka Rêjîmê şer dikin bi taybetî Lîwayê Quds û Pasvanên Şoreşger yên Îranî û Çeteyên Hizbullaha tirorist û doz kir ko yekser ji xaka Sûriyê derkevin”.
Jêder: Hevbendî+Acans