Hevbendiya Niştimanî ya sûrî tekez kir dengdana rijêma esed dijî pirotestokirina êrîşa Rûsiyê li ser okranya di komeleya giştî ya Netewên Yekbûyî de nûnertiya gelê sûriyê nake, û dît ku rijêma esed ne rewa ye û tenê fermanên Botîn cîbicî dike.
Û di daxwiyaniya xwe de duh Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî êrîşa Rûsî ya hovane li ser Okranya şermezar kir, û ew wek binpêkirinê ji serweriya dewleteke serbixwe ya endam di Netewên Yekbûyî de re dît, û wek wêrankirinê ji jiyana miletekî aram re, gunehê wî tenê ew e ku dixwaze jiyaneke azad û demoqrat bijî.
Û Hevbendiya Niştimanî got ku gelê Sûriyê careke din tekeziyê li ser piştgiriya xwe ji gelê Okranî yê dost re dike, û hevkariya xwe li gel berxwedana wî ya mêrane li himber êrîşa hovane ya ku xak û dewleta wî armanc dike diyar dike, û tekez dike ku herdû milet rûbirûyî dijminekî hevbeş dibin ew jî rijêma Rûsî ye.
Û daxwiyaniya Hevbendiyê bal kişand ser ku ew helwesta şermezarkirî ya rijêma Esed ya piştgiriya êrîşa rijêma Rûsî li ser Okraniya û terorkirina gelê wê dike, ku ji encamê bi sedên hezaran ji wan bûne penaber û derbider, li gorî xwezaya vê rijêma tewankar û kiryarên wê yên teroristî yên dijî gelê Sûriyê ne.
Û Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku neqewitandina rijêma Esed, ya ku kirêttirîn komelkujî dijî gelê Sûrî pêk anîne, ji Netewên Yekbûyî û tevaya rêxistinên navdewletî, şaşiyeke pir mezin e di warê danustandina navdewletî bi dosya Sûriyê re.
Û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî cext kir ku wek çawa divê civaka navdewletî dijî dijminkariya Rûsiyê li ser Okranya derkeve, di heman demê de jê tê xwestin ku siyasetên xwe yên berê derbarê Sûriyê û gelê wê serrast bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî