Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî xweşhaliya xwe bi biryara dirêjkirina dema komîteya lêpirsînê ya navdewletî bo maweyê salekê anî ziman, û tekezî li ser giringiya berdewamiya karên lêpirsînê di tawanên rijêmê de û şopandina hemû binpêkirinan kir, û tekez kir ku saziyên Hevbendiyê dê di hevkariya li gel Komîteyê de berdewam bin, daku di karê ku pê radibe de serkeftî be.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke rojnamevanî de cextî li ser giringiya biryara dawîn ya ji hêla encûmena mafên mirovan ya girêdayî komela giştî ya Netewên Yekbûyî derketiye kir, û daxwaza avêtina hemû pêngavên piratîk ên gengaz bo cîbicîkirina biryarê û piştgiriya mîkanîzma sizadana navdewletî û bidawîkirina rewşa rizgarbûna ji sizayan li sûriyê kir, her weha rawestandina binpêkirinên berdewam dermafê sivîlan û tawanên cengê û tawanên dijî mirovahiyê yên ku raporê amade kirine û bi hûrbînî ew binpêkirin diyar kirine.
Û Hevbendiya Niştimanî bal kişand ser pêwîstiya avakirina mîkanîzmeke navdewletî bo pêkanîna dadweriyê dijî tevaya pinpêkiriyên mafên mirovan nemaze li sûriyê, û cextî li ser giringiya tiştê ku di raporê de hatine derbarê tawanên îşkencekirin û koçberkirinê kir, her weha diyarkirina ku rijêma Esed di ber bikaranîna çekên kîmawî de û bikêmanî di ber pêkanîna çekan di 32 boneyan de berpisyar e.
Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku tevaya saziyên Hevbendiyê pabendiyê bi yasayên mafên mirovan û yasaya navdewletî ya mirovahî dikin, û di serî de Hikûmeta Sûrî ya Demkî û Artêşa Niştimanî ya Sûrî, û cextî li ser şopandina tevaya gilî û binpêkirinên pêk tên kir, ew jî di riya ofîsên xwe yên pispor û standina rêşûnên pêwîst daku yên di ber wan binpêkirinan de berpisyar in siza bikin, û tekezî li ser rêkarên pêwîst bikin, daku ew binpêkirin peyda nebin.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniya xwe de cextî li ser pêwîstiya xurtkirina hevkarî û hevrêziyê di navbera Desteya Niştimanî ya Karûbarê Winda û Girtiyan û Tîma Lêpirsîn û Sizakirinê li gel Saziyên Navdewletî yên têkildar kir, daku bibe misogerî û alîkar be di bilindkirina rewşa mafên mirovan de li sûriyê û rê ji bo pêşerojê xweş bike, daku sûriya bibe nimûneya rêzlêgirtin û parastina mafên mirovan li seranserî deverê û cîhanê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî