Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî pîrozbahiyên germ ji gelê Sûriyê bi giştî û gelê me yê kurd bi taybetî re bi helkefta cejna Newrozê pêşkêş kir, û bal kişand ser ku ev cejn ji bo wan helkefteke hêja ye, û xwedan girîngiyeke çandî û civakî ya mezin e, her weha ji bo hemû gelên ku ahengê bi vê cejnê dikin.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniya xwe de got ku Newroz di ser me re derbas dibe, û em bi hêvî ne ku nirxên azadî û dadperweriyê cî bigrin, û riya şoreşê bigihînin armancên wê yên bilind.
Û daxwiyaniya Hevbendiya Niştimanî bang li hemû gelê Sûriyê kir ku karê xwe bêhtir bikin ji bo avakirina welat li ser bingehên dadperwerî, wekhevî û rêzgirtina mafên mirovan di bin sîwana nasnameya niştimanî ya Sûrî de yaku bi cihêrengiya xwe ya netewî û çandî û olî şanaz e.
Û Hevbendiya Niştimanî bal kişand ser ku daxwazên gelê Sûriyê di şoreşa wî ya gewre de heman wateya Newrozê ya berxwedana li dijî zordariyê û bilindkirina nirxên azadî û aştiyê hildigirin, û lidarxistina ahengan di vê cejnê de mafekî rewa yê gelê me yê kurd e, li tevaya welatê me yê delal Sûriyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya