Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî berdewamiya Rûsiya di êrîşên xwe yên dijminkarî de li ser sivîlên Okranya û bikaranîna heman siyaseta tawankarî ya ku ji salan de dijî gelê Sûriyê bikar aniye li Okranyê pêk tîne şermezar kir, û got ku ew jî siyaseta zemîna sotandî ye, bêyî ku cudahiyê têxe nav xwezaya cihên ku wan armanc dike.
Û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî di daxwiyaniyeke rojnamevanî de komkujiya kirêt ya ku Rûsiya duh pêkaniye û têde 16 sivîl kuştine di riya bombebarankirina yek ji bazarên bazirganiyê di orta Okranya de şermezar kir, her weha berdewamiya tawanên Rûsî dijî sivîlan li Sûriya û Okranya şermezar kirin.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniya xwe de got ku Rûsiya û rijêma Esed şêwazê hovane li Sûriyê bi bombebarankirina avahiyên niştecihan, nexweşxane, dibistan û hemû beşên jiyanê bikar aniye.
Û daxwiyaniyê bal kişand ser ku Rûsiya niha tawanên xwe li Okranyê dubare dike, û jiyana bi milyonan kes tevlî zarok û jinan piştguh dike, daku bigihêje armancên xwe yên nerewa.
Û Hevbendiya Niştimanî ji civaka navdewletî xwest ku bi karê cidî rabe, ji bo ku rê li pêşiya Rûsiya û Rijêma Esed bigre, û dijminkariyên wan li ser sivîlan rawestîne, û nûnerên herdû dewletan ji hemû civakên navdewletî dûr bixe, Piştî dosya wan ya mezin di tawanên cengê û tawanên dijî mirovahiyê de, û mafê qurbaniyan vegerîne, û nehêle ku ev tawan li çi devera cîhanê dubare bibin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî