Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê wek ko bi nav kir “tawankariya sosret û metirsîdar” ya derheqê berevaniya sivîl li Sermîn li gundewarê Idlib yê rojhilat çêbû, û heft kes têde şehîd ketin pirotesto kir.
Berevaniya Sivîl li Idlib got ko “kesin nenas ketin navenda Sermîn di dema kar de û heft kes ji tîma wan kuştin”.
Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniya xwe de îro şembiyê tekez kir ko “ew rewşê dişopîne û çi tiştê jê bê ewê bike ji bo hûrbîniyên tawankariyê derxîne û zikreş û dexisokên ew tewan pêkanîne eşkere bike.”
Hevbendiyê bêtir got ku tawankar “zû be an dereng be ewê têkevin nav destê dadmendiyê û sizayên xwe bibînin, wek her kesê ko tawankarî derheqê sivîlan de li Sûriyê pêk anîne û her kesê ko destê wî bi xwîna bêgunehan bûye.”
Tê zanîn ku xwebexşên berevaniya sivîl li herêmên rizgarkirî yên ko dikevin ber bombebarana rêjîma Esed kar dikin , û ew rêxistin hatiye damezirandin ji bo sivîlan rizgar bike, bê ku li ol an mezheb anjî nerînên wan bipirse.
Û Beşar Elesed li dijî endamên berevaniya sivîl rawestiya û ew bi tiroristiyê tawanbara kirin, bi taybetî dema ko rêzgirtin ji rêkxistinên navdewletî û yên mafnasiyê wergirtin, û xelatên cîhanî standin, û ji bo xelata nobilê ya aştiyê ya sala 2016ê hatin berbijêrkirin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî