Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî ahengeke navendî bi boneya bîranîna dehemîn ya şoreşa sûriyê li zanîngeha Helebê ya Azad ya li bajarê Ezazê lidar xist, û Serokê Hevbendiya Niştimanî D. Nesir Elherîrî û Endamin ji Hersê Desteyên Serokatî û Siyasî û Giştî Yên Hevbendiyê û Wezîrên Hikûmeta Sûrî ya Demkî û Endamin ji kadroyên rêvebiriyê û xwendinê di Zanîngeha Helebê de û hejmarek ji Rayedarên Artêşa Niştimanî ya Sûrî amade bûn, her weha kesayetin giştî û çalakvan û rojnemevan jî amade bûn.
Û ahengê bi rawestandina kêliyeke bêdeng li ser giyanê pakrewanên şoreşa sûriyê û xwendina sûretê fatîhayê ji qurana pêşroz dest pê kir, û Serokê Zanîngeha Helebê D. Ebdulezîz Eldigeyêm bi peyveke pêşwaziyê aheng dest pê kir, û di dû re Serokê Hevbendiya Niştimanî D. Nesir Elherîrî pêyva xwe xwend.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, di peyva xwe de tekezî li ser pabendiya Hevbendiyê bi pirensîpên şoreşa sûrî kir,û têde got ku em ê di şoreşê de pêşde biçin daku sûriyê ji rijêma Esed û alîgirên wê rizgar bibe, û bersiva bizavên bo nûavakirina rijêma Esed da, û got ku ne ji mefê çi kesî ye ku biryara çarenûsa Beşar Esed yê ku gelê sûrî dijê rabûye bide, û got ku em bi destpêşxeriyên siyasî re ne, û em îro destê xwe berve dewletê ereb û yên dost dirêj dikin, daku rûpelê teqle bikin, û hevsengiya helwestan dubare bikin, û cext kir ku kî birame ku Esed biserbixe wê pêre noq bibe.
Û di ahengê de peyva Serokê Kombenda Serbixweyên Kurd Hate xwendin, û wî têde tekez kir ku evroj cejna tevaya sûriyan ne, û têde sûriya nû û azad peyda bû, û dengê azadîxwazan li hember zordar bikind bû, û qehremanî û beşdariya ciwanên kurd di şoreşê dê ji destpêka birêketina wê de nemaze ciwanên Amode û Dirbasiyê û Qamişlo anî ziman, û helbest û sirûd hatin xwendin, û vîdyoyek li ser dehsaliya şoreşê hate berçavkirin, û peyva Encûmena Îslamî Şêx Ebdellah Rehal pêşkêş kir, yê dîtiye ku şoreş ji roja birêketî de serkeftî ye, li gel pêwîstiya serrastkirin û nirxandina berdewam ji karê şoreşî re li ser tevaya astan tekez kir.
Û Serokê Hevbendiyê serkeftiyên di pêşbirka çandî de yaku Hevbendiya Niştimanî bi hevkariya li gel zanîngeha Helebê birêve biriye di beşên helbest û gotar û kurteçîrokê de xelat kirin, û kesên xelatkirî hin nivîsên ji yên xelat li ser wan wergirtine xwendin, û nimûneyên ji kesê di şoreşa sûrî de kar û çalakî kirine hatin xelatkirin, nemaze ewên nûnertiya şoreşê di warê xwebexşîn û gernasî û damizrênerî û afrandin û dana qurbaniyan dikin.
Û di dawiya ahengê de Serokê Hevbendiya Niştimanî li gel amadebûyan bi awayekî komî sonda şoreşgerî warin, û ku ewê dê berve rêya azadiyê biçin, ta serkeftina şoreşê û rûxandina rijêma tewanbar.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî