Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, bi boneya roja Navdewletî ya Piştevaniya Qurbaniyên Îşkencekirinê, bangek ji cîhana azad re bo rizgarkirina girtiyan û pêkanîna fişaran li ser rêjîmê û siponserên wê daku girtiyên di zîndanên mirinê de sebest berdin birêkir.
Û Hevbendiyê di daxwiyaniya xwe de got ku pêwîst e Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî biryarên xwe û nemaze xalên girêdayî bi girtina kotekî dermafê sivîlan û îşkencekirina girtiyan bişopîne, û Hevbendiyê di daxwiyaniya xwe de rewşa metirsîdar ya ku bideh-hezaran girtî tê de dijîn û tûşî cûrbecûr şêweyên îşkencê û birçîbûn û binpêkirinan tên bibîr anî.
Û Hevbendiyê di daxwiyaniya xwe de got ku Roja Navdewletî ya Piştevaniya qurbaniyên îşkenceyê di dema belavbûna wêneyên pakrewanên di bin îşkenceyê yên ku di girtîgehên rêjîmê de jiyana xwe de jidest dane hat, lê wêneyên ku Qeyser belav kirine tenê wêneyên du salan ji destpêka şoreşê de ne.
Û diyar kir ku hîn bi deh-hezaran di zîndanên sitemkaran de hene, û karwanê pakrewanan ta vê kêliyê ranewestiyaye, û qêrînên wan wijdanê hemû azadxwazên cîhanê dihejîne, eger tiştekî ji bo rizgarkirina wan nekin, û bal kişand ser ku girtin û îşkencekirin û kuştin kar û rêbaza rêjîma Elesed in, ji destpêka hatina wê li ser desthilatê li Sûriyê, û rêjîmê bi mebest tirs di dilê Sûriyan de çand.
Û daxwiyaniyê anî ziman ku ji dema destpêka şoreşa Sûriyê de rêjîm bi vê kiryarê gihîşte asteke hovane ji îşkence û kuştinê, ji bo vîna gel û daxwazên azadî û rûmetê bişkîne, lê Sûriyan têkoşîna xwe berdewam kir, tevî piştgiriya hin dewletan ji rêjîmê re, û sistbûna civaka navdewletî ya ku ticarî nedihat pêşbînkirin, di warê hilgirtina berpisyariyê xwe de.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniya xwe de tekez kir ku mafên gelan bi derbasbûna demê re namire, û roja sizedana daddar bêguman dê were, û berdêl ji rakirina doseya binpêkirinan li Sûriyê tevî doseya îşkencekirinê bo dadgeha tewanên navdewletî re tune ye, her weha şopandin û cezakirina yên di ber tevaya tewanên cengê û tewanên dijî mirovahiyê yên li Sûriyê ji sala 2011an de ta niha pêkhatine de berpisyar in.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî