Wezareta Sûrî ya demkî bi serokatiya Ebdilrehman Mistefa ji aliyê endamên desteya giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê ve hate pejirandin.
Di civînên desteya giştî ya Hevbendiya Niştimanî, di rola xwe ya normal ya 47emîn de sibeha şemiyê li jêr navê: ‘’Rola Şehîdên Idlib û Hemayê‘’ bi amadebûna komek kêmendam û yên rewşên taybet dest pê kir.
Desthilat ji lîwa Selîm Idrîs wezîrê berevaniyê, eqîd Mihyedîn Hermûş wezîrê navxweyî, Ebdilselam Mihemed wezîrê dadwerî, Ebdilhekîm Elmisrî wezîrê dadweriyê û yê abûrî, Huda Elîsa wezîrê perwerde û fêrkirinê, Dr. Meram Elşêx Mistefa wezîrê tendiristiyê û Mihemed Seîd Silêman wezîrê birêveberiya xwecihî û xizmetgozariyê pêk hatiye.
Ebdilrehman Mistefa diyar kir ko dîtina desthilata Sûrî ya demkî li ser têgeha birêveberiyeke sivîl ji bo herêmên rizgarkirî ye, ko amanc û istiratîciya şoreşa Sûrî misoger bike û nimûneyeke Sûriya paşerojê pêşkêş bike, û pêma û derçûnên vê rêveberiya sivîl bi bizavên siyasî ve yên ko Hevbendî birêve dibe bête girêdan.
Her weha endamên desteya giştî di civînê de bi hûrbînî li ser rewşa meydanî û tawanên bi destê rêjîmê û Rûsya pêk hatine rawestiyan, bi sedema operasiyona leşkerî ya tund ko bi mebest dijî herêmên niştecihan û nexweşxaneyan li herêmên kêmkirina şerî pêk anîne.
Endamên desteya giştî tekez kirin ku sersariya civaka navdewletî derbarê parastina sivîlan û ranebûna wan bi erkê xwe rewş gihand vê astê, û dibînin ko vê rewşê berpirsiyariya wan girantir kir ji bo tevbigerin tako operasiyonên leşkerî rawestînin û karwanên alîkariya mirovî ji bo kesên pêdiviya wan bi alîkariyê heye û koçberan derbas bikin.
Xwedanên hewcedariyên taybet û kêmendam li ser aloziyên têne pêşiya wan bi sedema bombebarana berfireh a rêjîma Esed ya ko bobelat jê çêdibin axivîn, wek wêrankirina nexweşxanan û operasiyonên derbiderbûna gelek caran û rawestandina alîkariyên mirovî ji ser herêmên bobeleat li wan çêbûne.
Û tekezî li ser berdewamkirina hevrêzkariya Hevbendiya Niştimanî û Desthilata Demkî kirin, tako giringtirîn pêdiviyên birîndar û kêmendaman dabîn bikin, û piştgiriya wan bikin û wan di pêvajoya pirosesa siyasî de ya bi serpereştiya Netewên Yekgirtî de beşdar bikin.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî