Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê behiya xebatkara Sûrî Dr. U’rûba Berekat û keça wê ya rojnamevan Hela Berekat kir.
Ku li êvariya duhî nûçeyê terorkirina Berekat û keça wê ji aliyên torên dengubasan hat ragihandin, ku termên wan ji aliyê polîsên Tirkiyê li şeva pêncşemê di xaniyê wan de li navçeya “Oskodar” li Stembolê hat dîtin.
Şeza Berekat li ser malpera xwe li ser “fecebook” ê nûçeya kuştina xuşka xwe û keça wê ragihand, û gotibû: ” xuşka min Dr. U’ruba Berekat û keça wê Hela di xaniyê wê de li Stembolê li ser destê zilm û stemkaran hatine terorkirin”, û gotibû: “ku bi dirêjahiya çil salan wê manişêt li ser rûpelê pêşiyê dinivîsandin, û dûvçûna tawankaran dikir û ew riswa dikirin, û îro navê wê û keça wê li ser rûpelê yekê ye”, û rijêma Esed bi terorkirina wan tometbar kir.
Hevbendiya Niştimanî îro roja înê di daxuyaniyekê de got ku ” destê terorê û stemkariyê ew yekem gomanlêkiriye di vê tawana terorkirina hovane de, û em bi hêvî ne ku lêkolînên tên encamdan ji aliyê dezgehên Tirkiyê yên taybetmend bigehêjin wirdekariyên vê tawanê“.
Hevbendiya Niştimanî bi bilindî helwestên “Berekat” der barê şoreşa Sûriyê nirxand û got: “ku şehîda U’rûba Berekat, şoreşger û rikaberek bû, xudan helwestên bi rûmet bû, û bi çalakî beşdar dibû di piştgiriya şoreşa Sûriyê de û pabend bû bi armancên wê”, û amaje kir ku wê kartêkirina wê piştî mirina wê heta bi demke dirêj wê bimîne, herwiha keça wê şehîda Hela roleke xwe bi rêka karê rojnamevanî hebû di piştgiriya şoreşê de û aşkerekirina tawanên rijêmê“.
Hevbendiya Niştimanî sersaxiyên germ dane malbata herdu şehîdan û heval û hogirên wan û ciwan û xebatkarên şoreşê û tekez kir ku ” ku peyama hemû şehîdan û karsparte-nameyên wan yên bi xwîna wan hatine nivîsandin yên di nav destê me de wê bicih bibin, û serkeftina şoreşê bi destûra xudê ya nêzîk bûye“.
Jêder; Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî