Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, tawana metirsêdar ya ku milîşên PYDe yên terorîst li deverên di bin kontrola xwe de li parêzgeha Dêra Zorê pêk anîne, şermezar kir, ku wan milîsan du keç revandin û bi tundî îşkence kirin, û di encamê de herdû keçan canê xwe ji desr dan.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke xwe de got ku binpêkirin û tawanên ku milîsên terorîst yên PYDe bi awayekî berdewam dermafê gelê me yê Sûrî pêk tînin, diçespîne ku ew çeteyin hov in û rêbaza kuştin, girtin û serkutkirinê dermafê gelê Sûrî pêk tînin, weku çawa rijêma Esed li deverên di bin kontrola xwe de bi Sûriyan dike.
Û Hevbendiya Niştimanî hişyarî da ji berdewamiya piştevaniya navdewletî ji milîsên PYDe yên tirorist re, û ji berdewambûna çavgirtina ji tawanên rijêma Esed ya ku pêkanîna aştiyê li Sûriyê têk dibe.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniya xwe de bal kişand ser ku piştgirîkirina wan milîsan û piştguhkirina tawanên rijêma Esed rê li ber pêkanîna veguhestina siyasî li gor biryara 2254 digire, û berovajî hêviyên Sûriyan e ji bo gihiştina Sûriyeke nû ku têde nirxên azadî, rûmet û dadmendiyê serwer bin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî