Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê bi tundî hilmeta êrîşên pêrewkirî yên li roja (30’ê cehzeranê) di derheqa kampên penaber û koçberên Sûrî li navçeya E’rsal ya Libnanê şermezar kir.
Hevbendiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hejmarek ji penaberan hatin şehîdkirin û bi sedan wek giraw ji aliyê artêşa Libnanê û milîsên Hizibulaha terorîst hatine girtin.
Hevbendiya Niştimanî berpirsyaretiya parastina penaberên Sûrî li Libnanê xist li ser milê hikûmeta Libnanê, û hevdem tekezî li ser giringiya dadgehkirin û sizakirina berpirsên van tawan û binpêkirinan kir, û di nav de hewlên dibin ji bo koçberkirina wan bi neçarî bo navçeyên din, yan ji bo vegerandina wan bo navçeyên di destê Rijêmê û milîsên terorîst yên alîgirên wê de.
Hevbendiyê daxwaza dabînkirina parastina pêwîst ji bo penaberên Sûrî ligor yasa navdewletî heta vegera wan li welat ji hikûmeta Libnanê kir, û herwiha daxwaza rawestandina bikaranîna terorkirina şermezarkirî li dijî penaberan kir, ya bi bihaneya gihandina ziyanan bo sivîlên bêguneh dibe, û rawestandina girtin û desteserkirina kirêt ya bê hîç rêzgirtinek li pirsên mirovî û yasayî dibe.
Hevbendiyê li hember rewşa xirab ya penaberên Sûriyê li Libnanê û bi taybetî rewşa niha li navçeya E’rsal, tekez kir ku ew kar ji bo pêwendiyan ligel komkara Erebî û NY di vê derbarê de dike.
Li aliyek din, rûsipiyên Himus û Elqisêr li devera E’sal kom bûn û li ser pêşkêşkirina daxwaznameyekê bo NY ji bo dabînkirina parastina navdewletî û dabînkirina navçeyên aram bo penaberan li ser sînor ku nekeve li jêr hikumê rijêma Esed li hev kirin, û rûsipiyên deverê bal kişandin ku ew “li E’rsal li jêr ala Libnanê dijîn, û ew rêzê li serweriya Libnanê digirin, û ew hatine welatekî bira da ku bi rûmet dûrî şer bijîn“.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî