Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî li gel hemû çalakvaniyên hikûmî û gelêrî di ahenga ku ji aliyê Hikûmeta Sûrî ya demkî ve bi boneya 12emîn salvegera destpêkirina şoreşa Sûrî ya gewre a ku li holeke zanîngeha Helebê li deverên rizgarkirî hatiye lidarxistin beşdar bû.
Û li gel endamin Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ebdulrehman Mustefa, hejmarek ji Wezîrên Hikûmeta Sûrî ya Demkî, fermandarên tabûrên Artêşa Niştimanî ya Sûrî, Encumena Parêzgeha Helebê ya Azad, her weha Serokatiya Zanîngehê, kadroyên hînkirinê, xwendekar, malbatên şehîdan, sendîkayên zanistî û pîşeyî û encumena parêzgehên Sûrî, saziyên şoreşger, rêxistinên civaka sivîl, encumena êl û hozên Sûriyê, û hejmarek ji çalakvaniyên şoreşgerî û komeke mezin ji welatiyan di ahengê de beşdar bûn.
Hevrêzkarê Ofîsa Hevbendiya Niştimanî Necîb Rehmûn got ku Hevbendiya Niştimanî bi hemû azadîxwazên Sûriyê re li ser şerê rijêma zordar heta pêkanîna tevaya armancên şoreşa Sûriyê ya gewre berdewam e.
Û Rehmûn cext kir ku Hevbendiya Niştimanî berê û niha jî her hewleke vegerandina rijêma Esed a tawankar û her proseseke asayîkirina têkliyan pêre red dike.
Û Rehmûn tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî li ser riya azadiyê ya ku bi gelê Sûriyê yê qehreman re helbijartiye berdewam e, û got ku em ji xelk û gelê xwe re tekez dikin ku em ê li gel dengê gelê Sûriyê yê bi hesreta rizgarbûna ji rijêma stemkar bin, heta pêkanîna azadî û rûmetê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî