Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, li gel hejmarek ji endamên Hevbendiya Niştimanî û rayedarên Artêşa Niştimanî ya Sûrî, di ahengeke mezin bi boneya cejna Newrozê de, yaku Kombenda Serbixweyên Kurdên Sûrî li navçeya Raco li devera Efrînê ya gundewarê Helebê li dar xistiye, beşdarî kir.
Û di ahengê de endamên Hevbendiya Niştimanî Bedir Camûs, Ebdilîlah Elfehid, Mihemed Qedah, Behcet Eletasî û Ehmed Elşihadî beşdarî kirin.
Û dengvedaneke mezin a ahengê di nav xelkê Efrînê yên ku bi hejmareke mezin beşdarî kirine hebû, û şahîgeran alên şoreşa Sûriyê li kêleka sembolên Newrozê, weke derbirîna pêgiriya wan bi nirxên azadî û rûmetê, bilind kirin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit tekez kir ku xebata sûriyan berê û ta niha li gel wateyên Newrozê di rizgarbûna ji zordariyê û belavkirina azadî û ahşitiyê de guncayî ye.
Û cext kir ku gelek boneyên taybet û xweş û şêrîn li ber dilê tevaya sûriyan bi hemî beş pêkhatên xwe ve di heyva adarê de hene, û hêviyên xwe anîn ziman ku cejna Newrozê şahî û kêfxweşiyê bo tevaya sûriyan bîne.
Û Endamê Desteya Siyasî Bedir Camûs li gel Serokê Kombenda Serbixweyên kurd Ebdilezîz Temo diyarî li zarokên devera Efrînê bi boneya cejna Newrozê belav kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî