Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit û hejmarek ji endamên Hevbendiyê beşdarî di çalakiyeke gelêrî de bo serbestberdana girtiyên li bal rijêma Esed, yaku li bajarê Stanbolê duh di bin navnîşana “Hêviyên Wan Neşikînin” de lidar ketiye, kirin.
Û armanc ji vê çalakiyê ew e, nameyekê bighîne cîhanê ku Sûrî bi tevaya cihêrengên xwe ve li ser mafdariya livandina doseya girtiyan yekdeng in, û daxwaza gera li nava zîndanên Esed û serbestberdana girtiyên di wan zîndanan de dikin.
Û di çalakiyê de Cîgira Serok Ruba Hebûş û endamên Desteya Siyasî Nezîr Elhekîm, Mihemed Yehya Mektebî, Mihemed Qedah û Ebdilbasit Ebdilletîf û Selwa Iksoy û Serokê Desteya Niştimanî ya Karûbarê Winda û Girtiyan Yasir Elferhan amade bûn.
Û beşdariyeke berbiçav ji aliyê saziyên sivîl ên Sûrî û komeleyên girtiyên Sûrî û xwediyên girtiyan û hejmarek ji jin û mêrên ji zîndanên rijêma tawanbar rizgar bûne hebû, her weha hejmarek ji kesayetên niştimanperwer û Sûriyên guhdanê bi doza girtiyên Sûrî dikin amade bûn.
Û di çalakiyê de gotinên hejmarek ji saziyên mafnasî û mafnasên Sûrî derbarê doseya girtiyaên di zîndanên rijêma Esed de hatin pêşkêşkirin, di heman demê de metingên nerazîbûnê li hejmarek ji Dewlertên Ewropî û bakurê Sûriyê yê rizgarkirî wek piştgirî bo girtiyan li dar dikevin.
Û Elferhan bi gotarekê beşdarî di çalakiyê de kir, tê de got ku doza girtiyan Sûrî hemû kirin yek, û ew doza herî êşdar û pêşinde ye, ji ber ku têkildarê 5 melyon kesî ji qurbaniyan û mirov û malbatên wan e,, û yên ji zîndanan rizgar bûne û ta niha mafên xwe nestandine.
Û hişyarî da ku rijêm hewldanên xwe dike ku doseya girtiyan bigre, û bike weke doseyeke danûstandinê û girtiyan bike dîlên cengê, û hewldana xapandina aliyan di riya pevguhertina hejmarek pir hindik ji wan dike, û ji yasayên navdewletî û mirovahî derdikeve, daku bi hîlebazî dadweriyê bighure û wê têxe bin sîwana yasayên cengê yên ku bêhtirê caran hemû aliyan mîna hev dibînin.
Û wek encam ji vê çalakiya gelêrî ya ji bo serbestberdana girtiyên di zîndanên Esed de re, Sûrî û xwediyên girtî û binçavkiriyan û kesên rizgar bûne, hejmarek ji nameyên sereke arasteyê Netewên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa, Saziyên Mafnasî yên Navdewletî, Kongirê Cîhana Îslamî, Komkara Dewletên Erebî û Komika Dostên Gelê Sûriyê kirin, her weha hejmarek ji temînyan bo çalakirina xebata ji bo serberstberdana girtiyan û piştgiriya yên rizgar bûne pêşkêş kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî