Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civîneke şêwirdaryê di riya odeyeke telfizyonî ya girtî re li gel kesayetin siyasî yên niştimanperwer ên sivîl ji xelkê parêzgeha Dêra Zorê lidar xist, wek beşekî ji zincîrek ji hevdîtinên amadekarî ji wan re dibin derbarê devera rojhilat.
Û di civînê de Serokê Hevbendiya Niştimanî D. Nesir Elherîrî, û Cîgirê Serok Uqab Yehya, û Emîndarê Giştî , Abd Albaset Abdullatif, û Hevrêzkarê Komîteya Diyaloga Niştimanî Salim Elmislit, û Sekretêrê Desteya Siyasî Riyad Elhesen, û Endamê Desteya Siyasî Behcet Eletasî, û Endamên Desteya Giştî Ehmed Tu’imê, Mihemed Qedah û Amir Elbeşîr amade bûn.
Û ev civîn perçeyek ji sê civînên ku Komîteya Niştimanî li ser dixebite ye, ji bo lidarxistina kongirekî berfireh ji deverên rojhilat re bi hersê parêzgehên wê ve, Dêra Zorê, Elreqa û Elesekê, daku desteyeke siyasî ava bikin, ji bo nûnertiya xelkên devera rojhilat bike, û ew deste nûnertiya daxwazên wan bike.
Û amadebûyan tekezî li ser girîngiya devera rojhilat çi li ser asta herêmî be an navdewletî be kirin, û cextî li ser pêwîstiya ku xelkên deverê nûnertiya xwe bikin û derbirîna daxwaza rêvebiriya deverên xwe bikin, bêyî ku kes wan kontrol bike û bi navê wan biaxve kirin.
Û tevayan tekezî li ser çareserkirina doseyên bakurê rojhilatê Sûriyê kirin, û gotin ku divê di çarçoveya niştimanî berfireh de be, û cext kirin ku ev dever perçeyek ji Sûriyê ye û jê perçe nabe, her weha nerazîbûna xwe li ser pirojeyên fidralîkirin an dabeşkirina Sûriyê û perçekirina deverê diyar kirin.
Û Endamên Komîteya Elcezîre û Elferat, li ser xebatên Komîteyê di çareserkirina pirsgirêkên deverê û eşkerekirina tewan û binpêkirinên milîsên PYD û seknandina di rûwê pirojeyên metirsîdar yên gefê li yekîtiya Sûriyê û gelê wê dikin axivîn.
Û amadebûyan bal kişandin ser ku dever tê bikaranîn di riya piştgiriya milîsên terrorist re, yên xebatê dikin daku vîna xelkê deverê û nasnameya wan bigherînin.
Û beşdaran gelek raman berçav kirin ji bo di dema dahatî de li ser bixebitin, da yekîtiya xaka Sûriyê biparêz in, û mafên tevaya pêkhat û xelkê deverê bête parastin, û kar bike ji bo koçber vegerin deverên xwe, û kesên amade li ser berhevkirina wan ramanan ji bo ji civîna giştî ya xelkên devera rojhilat re pêşkêş bikin li hev kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî