Li beyaniya îro roja duşemê, berêz Ebdulrehman Mistefa serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, ligel şandeke Amerîkî kom bû, û guhertinên siyasî û mirovî yên dawî yên girêdayî rewşa Sûriyê gengeşe kirin.
Şanda Amerîkî ji Karen Dicker, rêvebera bernama “Start” wezareta derve ya Amerîkî de, û Jill Hutching, berpirsê sîyasî yê fayilê Sûrî pêkhatibû, û herwiha ji aliyê Hevbendiya Niştimanî ve endamên desteya siyasî mamoste Hadî Elbehra û Hewas Xelîl û Fadî Ibrahim û Ruba Hebûş amade bibûn.
Mistefa cext li ser rola Amerîkî ya giring kir ji bo peydakirina hevsengiyeke rasteqîn li ser mesela pêvajoya siyasî bi rêka veguhestineke siyasî ya giştgîr bi pêkanîna armancên şoreşê û dabînkirina daxwazên milet yên bi avakirina sîstemeke siyasî û feralî û demokrat bê hebûna desthilata Esed bi riya bicihkirina daxuyaniya Cenêv û biryara 2254.
Û Washington han da li ser mizaxtina bizavên zêdetir ji bo aktivkirina danustandinên Cenêv ji ber ku ev pêvajoya siyasî bitenê libin sîbera NY ye, û tekezî li ser giringiya rawestsndina kiryarên Îranê û çalakiyên milîsên wê yên terorîst li navçeyê kir.
Herwiha tekezî li ser giringiya aktivkirina dadgehkirina tawanbarên şer kir û nemaze piştî zêdebûna tawanên Rijêmê û hevalbendên wê, yên taybet bi koçberiya neçarî û bombebarankirina sercem cureyên çekên qedexekirî û yên kêmyayî, û daxwaza piştgiriya koçberên gundewarê bakurê Himusê û Hemayê û Xûta rojhilata Şamê kir.
Serokê Hevbendiyê berpirsyaretiya serekî ya xirabiya rewşa welat xist stûyê Rijêmê û hevalbendên wê, û bal kişand ku welat bi destê Rijêmê hatiye wêrankirin û ji bo bimîne li ser desthildariyê rê daye hatina milîsên Îranê yên terorîst.
Û diyar kir ku Îran rewşa navçeyê û bi taybetî ya Sûriyê ber bi aloziyê dibe, bi riya derbasbûna nav civakan û têkiliyên ligel rêxistinên siyasî û olî û bizavên xwe yên piştgiriya çarçovên derveyî yasa navdewletî.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî