Şandek ji Hevbendiya Niştimanî bi Serokatiya Emîndarê Giştî yê Hevbendiyê Heysem Rehmê, bi serdaneke meydanî bo baregeha Tevgera Sairûn rabû, tevgera ku ji Feyleq Elşam, Sultan Murad, û Tabûra Yekem û ya Nehem û Siqûr Elşemal pêk tê.
Û Şandê Hevbendiyê ji endamên Desteya Siyasî ya Hevbendiyê Bedir camûs, Behcet Etasî, Mihemed Qedah û endamê Desteya Giştî Ehmed Şihadî pêk dihat.
Û Hevbendiyê di hevdîtina bi rayedarên Tevgerê re cextî li ser giringiya rêxistinkirin û pirkirina bizavan kirin, daku bighînin sîstemkirina leşkerî yaku ewlehiyê biparêze, û bibe hêzeke leşkerî ya ku aramiyê li deverên rizgarkirî zêde bike.
Û di hevdîtinê de li ser karê Komîteya Vegerandina Mafan û karên ku Komîte di dema bûrî de pê rabûye axivîn, û bal kişandin ser ku di dema dahatî de divê bizavê miştûmir bikin, daku tevaya mafan li xwediyên wan vegerînin, û behsa rêçên çakkirina rewşa ewlehiyê li deverên rizgarkirî li bakurê Sûriyê kirin.
Û herdû aliyan tekezî li ser pêwîstiya kar û hevrêziyê ji bo yekîtiya beşên leşkerî yên curbecur li deverên rizgarkirî kirin, her weha li ser amadekariya giştî ya şaxên Artêşa Niştimanî û hazirbûna ji çi cenga dahatî re, çi bi rijêma tawanbar re be, an bi milîsên terorist re be.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî