Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî armanckirina balefirên dagîrkerê Rûsî dijî bajarê Elbab yê girêdayî Helebê şermezar kir, û berpisyariya vê tewanê bi temamî xist sitûyê Rûsiya de.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniyeke xwe de, îro, dît ku ev gurkirina neberpisyar gef e li ser lihevkirinên misogerkirina kêmkirina şer.
Û daxuyaniyeke eşkere kir ku Armanckirina navenda bajarê Elbab ya duh êvarî li gorî hin raporan bû sedema şehîdbûna zarokekî û birîndarkirina hejmarek din ji sivîlan di nav de jin û zarok hebûn, û bû sedema wêrankirinên mezin li hin deverên derdora senterê bajêr.
Û Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku ev armanckirina nû li doseya rêjîmê û Rûsiya ya tijî tewan û komelkujîyên pîs zêde dibe.
Û Hevbendiya Niştimanî dît ku bombebarana ku balefirên dagîrkera Rûsî li ser bajarê Elbab yê gundewarê başûrê Helebê duh pêkanîye, binpêkirineke metirsîdar û gurkirineke gefê dide rêkeftin û lihevkirinan yên ku hinekî aramî di dema bûrî de li deverê peyda kiribû.
Tê zanîn ku balefirên cengê yên Rûsî du caran navenda bajêr armanc kir, di êrîşa yekemîn de -li gorî çalakvanên meydanî- Nexweşxana Elselam armanc kir, û êrîşa duyem Sentera Gaza Isfir armanc kir, ji encamê avahiyeke nişteciyan hate xwar û hejmarek ji sivîlan birîndar bûn, û agirin mezin bi cihên armanckirî ketin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî